Yek ji kartên fişarê yên Bexdayê, rasttir aliyên (şîî yên li dijî hebûna qewareya Herêma Kurdistanê) biryara Dadgeha Federal bû ku di 15.02.2022yan de li dijî siyaset û firotina petrola Herêma Kurdistanê ragihand ku dibêje divê hemû petrola Herêma Kurdistanê radestî Bexdayê were kirin. Ji bo vê mebestê Wezareta Petrolê ya Iraqê sê daxwaz danîn pêşber Herêma Kurdistanê ku yek ji ya din dijwartir e.
Gelo dê Herêma Kurdistanê bi daxwazên Iraqê razî bibe?
Piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017an, a ku nehîşt Iraqa piştî 2003yan bibe tekcemser û Bexda hakima reha ya hemû Iraqê be û Herêma Kurdistanê wek qewareyeke destûrî û yasayî bihêle, siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê û boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê bû ku ducemseriya biryardanê li Iraqê hîşt, ku (Bexda û Hewlêr) in.
Ango Bexda baş dizane, heta petrola Kurdistanê bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê were kirîn û firotin, ne hêsan e ku dest dirêjî qewareya Herêma Kurdistanê were kirin.
Piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku bi fermî ji aliyê her çar serokatiyên Herêma Kurdistanê (Serokatiya herêmê, parlamento, hikûmet û dadwerî) hat redkirin. Civîneke eşkere di navbera Wezareta Petrolê ya Iraqê û şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat sazkirin.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê rêzdar Îhsan Ebdilcebar di wê civînê de sê daxwaz danîn ber şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku her sê gurzên piştşikên in li tevahiya qewareya Herêma Kurdistanê û tu wateyek ji vê qewareya destûrî re nayê hîştin.
Ev heke hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bû. Lê ez di wê baweriyê de me ku razîbûna Hewlêrê li ser wan daxwazan qet ne mûmkin e, çimkî dibe sedema jinavbirina vê herêma ku hergav ji plan û plangeriyên Bexdayê bitirs e, hakimên Bexdayê şîî bin yan sunî bin heman tişt e.
Gelo daxwazên Wezareta Petrolê yê Iraqê çi ne?
Zêdebarî ku yasaya gaz û petrolê ji Parlamentoya Iraqê derneketiye, ku li gor Destûra Iraqê divabû derketa, Bexda dixwaze xwe bi zorê li ser siyaseta Herêma Kurdistanê bisepîne, ew jî:
Yekem: Bexdayê daxwaz kiriye ku xwedîtiya samanên xwezayî yên Herêma Kurdistanê hemû girêbestên petrolê bi navê Iraqê werin kirin, bêyî ku tu teksteke yasayî û destûrî ji bo vê doza Iraqê hebe û rê bide Iraqê ku vê dozê bike.
Duyem: Bexdayê ji Herêma Kurdistanê re gotiye, ne ji mafê we ye ku hûn tu şirketan çêbikin ji bo bazarkirina petrola Kurdistanê.
Sêyem: Bexdayê ji Herêma Kurdistanê re gotiye, divê hemû petrol radestî me were kirin û em ê bifiroşin û pere jî hemû dê werin bicihkirin li ser hejmareke bankî bi navê Wezareta Darayî ya Iraqê û dûr û nêzîk ne ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku bikare dînarekî tikîtenê ji wê hejmara bankî bikişîne.
Bersiva hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê zelal û eşkere ye: Em ê petrola Herêma Kurdistanê ne bi navê Bexdayê, lêbelê bi navê gelê Herêma Kurdistanê bikin. Lê Bexda dikare çavdêriya proseya petrola Herêma Kurdistanê bike.
A ku Iraq dixwaze bike, kuştina sektora petrola Herêma Kurdistanê ye. Gelo tu garantiyek heye li vê Iraqa ku 100 sal e li dijî gelê Herêma Kurdistanê pêngavan davêje, tu petrola xwe radestî wê bikî û Bexda mûçe û budceya Herêma Kurdistanê bişîne?
Herêma Kurdistanê hêj petrola xwe nefirotibû, Bexda di sibata 2014an de mûçe û budceya gelê Herêma Kurdistanê qut kir. Va em di meha 5an a îsal (2022) de ne, hikûmeta Iraqê careke tenê 200 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re şand ku divabû qet nebe 1 tirîlyon dînar bişanda.
Pêngavên Bexdayê ji bo nemana qewareya Herêma Kurdistanê:
Di 2014an de, Bexdayê mûçe û budceya Herêma Kurdistanê qut kir. Ji bo ku gel li dijî hikûmeta xwe rabe û ev qeware ji nav here, lê hewldan neçûn serî.
Di şerê DAIŞê de, hikûmeta Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî nehîşt çek, cebilxane, alîkariyên leşkerî û diravî bigihin Herêma Kurdistanê, ji bo ku DAIŞ destê xwe deyne ser Herêma Kurdistanê, wek çawa yek li ser sêyê axa Iraqê girt. Lê ev jî ji wan re neçû serî.
Di 16ê cotmeha 2017an de Bexdayê xwest vê qewareyê ji nav bibe, lê di destanên Pirdê û Sihêlayê de şikest û planên wê neçûn serî.
Vêga Bexda bi rêya Dadgeha Federal gef û guvaşan li ser qewareya Herêma Kurdistanê pêk tîne, ji bo ku gelê Herêma Kurdistanê teslîmî îradeya wê bibe, bê guman dê di vê hewldana xwe de jî bi ser nekeve.
Guman tê de nîne ku plan û plangeriyên Bexdayê li dijî gelê Herêma Kurdistanê û qewareya wî ya destûrî ranawestin. Berê heynê ku sunî hakim bûn, zulm li gelê Kurdistanê kirin, niha ji aliyê şîeyan ve bi awayekî din ew zulm li dijî gelê Kurdistanê tê meşandin.
Divê ew maf bi gelê Herêma Kurdistanê were dayin ku Iraq tu carî ne cihê piştgirêdan û bawerpêkirinê bû. Lewra heta ku çanda dijatîkirina miletê Kurdistanê ji aliyê hikûmetên li pey hev ên Iraqê li holê be, gelê Herêma Kurdistanê mafdar e ku ji biçûktirîn pêngavên Bexdayê bi guman be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse