Ne Sedir û ne Malikî

20-10-2021
Arif Qurbanî
Nîşan Muqteda Sedir Malikî Iraq
A+ A-

 

Ji dema ku li jêr guvaşa nerazîtiya xwepêşanderên parêzgehên Şîe, Iraq neçar bû biryara hilbijartina pêşdem bide, ji wê çaxê ve heya radeyekê dabeşbûna hêzên siyasî li ser du hevpeymaniyên neragihandî derket. Heke em nûçe û raporên medyaya Iraqê di bin çav re derbas bikin, di nava sala borî de gelek mijar li ber çavên me dikevin ku behsa tifaqa pêşdem di navbera aliyan û dabeşbûna wan li ser wan her du cemserên Şîe dikin ku yek ji wan Emar Hekîm û ya din Muqteda Sedir serkirdatiya wê dikir. Di nav mala Kurdî û di medyaya Kurdistanê de jî çi wek nûçe û zanyarî û çi wek rexne ku Kurd bibin beşek ji wê dabeşkariyê, gotinên zêde hebûn ku PDK bûye beşek ji bereya Sedir û YNK ji bereya Hekîm.

Tew di torên civakî û medyayên fermî de jî, qala wê yekê dihat kirin ku destê serokwezîr û serokkomar di dîzayna hevpeymaniya Hekîm de heye. Wiha bawer dikirin Emar Hekîm dibe sîwaneke niştimanî ji beşeke zêde ya hêzên Iraqî re û dibin serkeftiyên yekem ên hilbijartinê û nexşeya bê ya Iraqê xêz dikin.

Serokkomar bi rêya Lahûr Şêx Cengî pir zû çeplê (YNK)ê kişkişand bin ebaya Hekîm û bi wê hevpeymaniya ku li Kurdistanê bi Goranê re çêkirin çavê wan lê bû piraniya kursiyan bibin. Herwisa wiha bawer dikirin ku Ebadî hemî dengderên Şîe bidest dixe û bereya Heyder û Emar dibe hêza serkeftî ya yekem a Şîeyan, lê niha bi Hekîm û Ebadî tenê 4 kursî anîn.

Wekî din, gelek çavdêran bawer dikir di hilbijartina pêşdem a Iraqê de Sedir dibe serkeftiyê yekem ê hilbijartinê. Helbûsî ji Suniyan û PDK li herêmê xwe bi Sedir ve girêdan. Niha piştî derbasbûna hefteyekê di ser proseya hilbijartinê re, Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên dawî ragihand. Li gor wan encaman jî, Sedir li nav hêzên Şiî, Helbûsî li nav Suniyan û Barzanî li nav Kurdan, her yek ji wan di nav pêkhateya xwe de yekem e.

Berê jî cûrek ji hevpeymaniya neragihandî di navbera van her sê hêzan de hebû. Ango dabeşbûna hêz û aliyên Iraqî zêdeyî salekê ye li ser du bereyan sîmayên wê derketibûn. Gelo ew bi xwe ji hev nêzîk ketibûn an wek tê gotin li derveyî Iraqê hin hêzên din endezyarên bi hev ve girêdana van hêzan bûn?

Niha wek derencam hevkêşe bi vî rengî ne. Hevpeymaniyeke ku Muqteda Sedir rêberiya wê dike bi piraniyeke reha li pêş hevpeymaniya din e ku xwe bi kiras û ebaya Emar Hekîm pêçabû. Êdî hinek vê wek şikestina bereya Îranê bi nav dikin û li gor hinekan jî plana Tirkiyê, Erebistana Siûdî û Îmaratê ye.

Di demekê de ku ne merc e ev dabeşkarî wek xwe bimîne. Xasma piştî ku li derveyî her du hevpeymaniyan karakterekî din wek Malikî bû hêza duyem a Şîeyan ku heke nikaribe bibe berbijêr ji bo wergirtina posta serokwezîr jî, egera wê yekê zêde ye ku Malikî bibe sedem ku serokwezîr bi Sedir neyê dan, çimkî naxuye lêvegerên bilind ên Şîeyan jî bi wê yekê rehet bin ku Sedir hikûmetê bigire dest û zehmet e Sedir jî razî bibe careke din Malikî were ser sehneya desthilatê. Lewra di vê navê de, dûr nayê dîtin baz dîsa li ser kesekî bê kursî wek Kazimî bilûse.

Tişta li vir ji Kurdan re giring e, her çiqas berê bûne beşek ji wê dabeşkariya nav mala Şiî, lê derfeta wê yekê jî heye ku Kurd dikarin piştî derencama hilbijartinan li ser bingeha destkeftê ne ji bo partiyan, lê ji bo Kurdan bi hev re bin.

Dibe ku hevkêşe bi awayekî bin ku beşdariya Kurdan wek pêwîstiyekê ji bo yekalîkirina pirsgirêkan li Bexdayê bibe pêwîstiyeke neçarî, xasma heke Kurd bi hev re bin vê carê rêje û hejmara kursiyan 64 kursî ne, Kurd dikarin bi pêgeheke bihêztir tev li gotûbêjan bibin. Ger Kurd bikarin zora nakokiyên xwe yên navxwe bibin û dûr ji berjewendiyên teng ên hizbî li ser nexşeyekê ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Kurdan û Bexdayê de li hev bikin, dûr nayê dîtin aliyê ku şensê pêkanîna hikûmetê werdigire, neçar bibe beşek ji pirsgirêkan pêşwext çareser bike, yan soza piştrastiya çareserkirina wan were bidestxistin. Ev jî bi rêya ku wan bikin beşek ji karnameya hikûmeta nû ya Iraqê.

Divê ji bo vê meremê serokatiya Herêma Kurdistanê bingeha komkirina her 5 hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê berdest bike ku kursî bidest xistine ji bo Bexdayê. Hewl were dan li ser nexşerêyekê li hev bikin û heke were kirin jî bi hev re biçin gotûbêjan. Ev giranî û pêgeha Kurdan di bidestxistina xwestek û daxwaziyên Kurdistanê de bihêz dike, çimkî ti yek ji hêzên Iraqî bêyî Kurdan nikare têra wê yekê dengan kom bike ku bikare hikûmetê pêk bîne. Tişta ku di serdema Ebadî de qewimî û ti îtibarek ji Kurdan re nehat danîn di pêkanîna kabîneya wî de, dubare nabe.

Lewra heke hûn berpirsiyariya niştimanî li ber çav bigirin û bixwazin çareseriyê ji wan pirsgirêkan re bibînin ku ji bo Kurdan çarenivîssaz in li Iraqê, êdî hevgirtina we bidestxistina zêdetirîn daxwaziyên we misoger dike. Ev wek hevkêşeyeke matmatîk e, tew heke hûn ji heqê çarenivîsa milet nayên der jî û çavê we li berjewendiyên partîzanî û şexsî ye, dîsa jî heke hûn bi hev re bin bê guman hûn ê zêdetirîn destkeft û post ji xwe û partiyên xwe re pêk bînin. Lê heke hûn dabeş bin û bibin amûrên destê xelkê, êdî piştrast bin ku destkeft jî ji wan kesan re ne ku we bikar tînin.

Ji niha ve hevrikî di navbera Sedir û Malikî de germ bûye û roj li pey rojê jî heta dema beralîbûna hevkêşeyê, nakokî û hevrikiyên wan kûrtir dibin. Lewra ji Kurdan re wisa baş e xwe nekin qurbanî ne ji bo Sedir û ne ji bo Malikî, çimkî ne şert e ti yek ji wan şensê wê yekê hebe hikûmetê pêk bîne û dibe ku baz li ser serê kesên din bigere.

Lewra jî rola Kurdan her mezin dibe. Ango tişta giring ew e ku hûn komek merc û daxwazan ji bo çareseriya pirsgirêkan û berjewendiya gelê Kurdistanê bikin şertê pêşdem û kî bêhtir tekez kir û piştrastiyeke zêdetir berdest kir ji bo Kurdan, bi wî re bin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst