Yasîn Teha*
Piştî derbasbûna pênc mehan di ser encamdana hilbijartinê, di burseya berbijêrkirina ji bo serokatîya wezîrên Iraqê de, ji nişka ve navê balyozê niha yê Iraqê li Londonê Cafer Sedir hate ser navan û bi lez rizamendîya eşkere û ragihandî ya alîyên nakok ên şiî wergirt, berî ku şert û bend û rewşên paşê, hevdengîya şeliqî û seretayî li ser navborî têk bibin.
Piştî sala 2010an, ev cara duyem e ku navê Cafer Sedir ji bo serokatîya wezîran tê berbijêrkirin. Navborî teqane kur û bîranîna lişûnmayî ya rêberê ruhî yê îslama sîyasî ya şîeyên Iraqê (Ayetula Mihemed Baqir Sedir) e. Bav û metika wî (Emîne) ji alîyê Beisê ve hatin darvekirin (1980). Ji hêla dîya xwe ve xwarzîyê “Îmam Mûsa Sedir”ê serwinda ye (1978) ku yek ji rêberên ruhî yên şîeyên Libnanê ye. Ji ber vê paşxanê alîyên şîe yên Iraqê nikarin bi eşkereyî Cafer Sedir bidin ber rexne û nirxandinan wek ku bi berbijêrên din ên serokwezîrîyê re dikin û gelek caran heta radeya navnokirinê jî diçin.
Di karê parlamenterî de, li ser lîsta Dewleta Yasa ya Malikî (2010), ezmûneke Cafer Sedir (52 sal) a neserkeftî heye. Piştî salekê ji dest bi kar kirinê, zûtirkê vekişîya. Lê di sala 2019an de, di nav heytehol û xwepêşandanên cotmehê de, bi bêdengî mîna balyozê Iraqê li Şahnişîna Yekgirtî ya Brîtanyayê dest bi kar kir. Di demekê de di CV-ya wî ya fermî de bawernameyên wî ji xwendina olî, bawernameya bekaloryus û master di zanîna civaknasîyê de pêk tên. Navborî ne derçû yan mijûlê beşa dîplomasî û têkilîyên navdewletî ye.
Biçûkanî û xortanîya Cafer Sedir tije mij û moran û alozî ye. Çunke piştî îdamkirina bavê wî (Sedirê Yekem), li mala pismamê bavê xwe û mêrê xwişka xwe Ayetula Hisên Sedir li Kazimîyeya Bexdayê jîya. Paşê vegerîya cihê jidayikbûna xwe li Necefê û xwe di hucreyên bavê Muqteda (Mihemed Sadiq Sedir) da veşart heta derfet jê re çûbû here Îranê (1998) û paşê ji bo xwendina akademî berê xwe bide Beyrûtê.
Cuda ji pratîzekirina metodên bavê xwe ku avakerê Partîya De`we ye (1957), Cafer Sedir di hin hevpeyvînan da qal kiriye ku bawerîya wî bi mînakên îslamî yên Îxwan, Taliban û tew Komara Îslamî ya Îranê jî nayê. Wekî din jî behs kiriye ku Îslam mafê berdevkî û wîlayetê nade ti kesî û ne ji mafê ti kesî ye ku bi navê Xwedê fermanan bike. Lê bi fêmkirina wî, Îslam doza prensîbên dadmendî û stemnekirinê dike û her demê ev yek bi cih hat cihê rizamendîyê ye, çunke “Ol giringîyê nade dirûvê lê dide naverokê”.
Bi sedema ku bavê Cafer Sedir sembol û bavê ruhî yê De`wê ye û ew bi xwe jî berê di lîsta vê partîyê (Dewleta Yasa) de bû parlamenter (2010), bi bawerîya hin kes û alîyan Cafer bêhtir nêzîkî Malikî ye. Dema xwe berbijêr jî kir dabaşa wê yekê kir ku hêj projeya “Tevgera Sedir” nekemilîye, xasma derbarê redkirina tundûtîjî û alîgirîkirina reha li lêvegera dewletê.
Lê çunke ji malbata Sedir e û birayê jina Muqteda ye û her wî jî ew ji bo serokatîya wezîran kandîd kir, niha bêhtir bûye bijardeyeke sedirî, wî bi xwe jî di civînan de qal kiriye ku ew li ser destê Sedirê Duyem hatiye perwerdekirin ku piştî bavê wî hembêza xwe jî re vekir û ew li bajarê Necefê hêwirand. Her wisa hevrêyê serdema zarokatîya Muqteda ye û bi hev re li hucreyan waneyên şerîetê xwendine û kîmyayeke hevpar di aqil û fikirîna her du alîyan de heye.
Alîyên “Çarçoveya Hevahengîyê” bêgav bûn di bin lêvên xwe de pêşwazîya berbijêrê Muqteda bikin. Dibe ku bi dilê hinekan ji wan jî bûbe ku navê wî jî wek berbijêrên din bişewite yan li ser kursîyê desthilatê bi derdê Adil Ebdilmehdî here û bi vî awayî jî ji hîvrona mala Sedir rizgar bibin.
Lê paşê bi rêyeke ne rasterast dest bi bi dizî weşandina agahîyên negatîv li ser Cafer Sedir kirin. Nemaze bangewazîya ku qaşo li gor raporên bijîşkî, rewşeka Cafer a derûnî ya taybet heye, girtî ye, rûtal, mirûz û îzoleperest e. Ev jî di heyama xweveşartina ji çavdêrîya dezgehên zordar ên Sedam de jê re çêbûye!
Di serdema Trump de, Cafer Sedir di wêneyekê de di nav şanda iraqî ku serdana Serokê Amerîka Trump kir derket (2019). Berîya vê jî, civîneke wî ya taybet bi Şahjin Elizabeta II re hebû ku dosyeya destbikarbûna wî jê wergirt. Em dikarin bêjin ku ev jî ji rêza wan berbijêr û serowkezîrên Iraqê ye ku lînk yan pêwendî û yan nasyarîya wan bi Brîtanya û welatên Rojavayê re xurt e (Elawî, Ebadî, Ebdilmehdî û Kazimî).
Salên îzolebûna zarokatîyê yên Cafer Sedir ku tekaneyê 5 xwişkan e û niha 4 keç û 2 lawên wî hene, alîkar bûn ku di gelek mijar û babetên teorî de kûr bibe û ev di wan çend hevpeyvînên wî de li ser bîr û bawerî û nêrînên îslamê dîyar e. Lê alîyê wî yê xerab jî kêmaxaftin, şermînî û girtîbûna wî ne ku ev ji bo serokatîya wezîran li Iraqê ku şeydayên gotarbêjan in alîyekî negatîv e.
Her wiha hinek qala wê yekê dikin ku xwendina wî li hewze û civakzanîyê ji îdareya dewletê dûr e û gava li Brîtanyayê bû balyoz jî kerentîneya korona û rawestana jîyan û çalakîyan nehiştin çalakîyên wî yên zêde li bajarê Londonê hebin. Hinek iraqîyên Brîtanyayê dibêjin ingilîzîya wî ne baş e. Lê hinekên din ji kesên ku li Brîtanyayê dijîn dabaşa wê yekê dikin ku Wezareta Derve ya Brîtanî ji kar û karnameya wî razî ye û bawer dike ku ji balyozên berî xwe baştir kar kiriye.
Ji xeynî malbata Sedir, Cafer Sedir ne xwedîyê ti partî û baskekî leşkerî yê taybet e. Têkilîya wî jî bi dorhêla Muqteda re ne zêde baş e û tê gotin ne wek wan e. Berbijêrkirina wî ji hêla Sedir ve, wî di alîyê konevanî de dixe bereya rikber a “Çarçoveya Hevahengîyê”. Çunke ne bijarteya wan e û ji bo derbaskirina wî jî şertê wan ew e ku hemî alîyên şiî “lîsta herî mezin” çêbikin û Cafer Sedir bibe berbijêrê wan û li gor bernameya wê lîstê were berbijêrkirin.
Heke Cafer Sedir berbijêrê Sedir yan piranîya şîeyan be, di her du rewşan de jî navborî bêhtir mîna maskekî nerm ji bo hêzên kûr ên desthilatê derdikeve holê. Di encamê de jî, ne dûr e wek serokwezîrên din bişewite. Wê demê jî ev dibe deqeke reş ji bo mîrat û karîzma Sedirê bav û malbata wî ku vêga nola “qedîs”an têne temaşekirin.
Her li gor vê çendê jî, hinek alî û kesên ku xwe mîna dilsozên malbata Sedir û hêla şîegerîyê dibînin, neyarên wê yekê ne ku kurê Baqir Sedir ji bo serokatîya wezîran were berbijêrkirin. Hinekên din jî ku hêj li ser bîranîna Sedirê Yekem dijîn, di wê bawerîyê de ne ku hatina Cafer Sedir şênberkirina gotineke xwedayî ye ku heyamek tê û merivên mezlûm û stembar dike serdan û cihnişîn!
* Lêkolînvanê hevkar li Navenda Lêkolînên Rûdawê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse