Pirs kilîta zanînê ye

2 demjimêr berê
Deham Ebdilfettah
Nîşan Kurd Mîdî Pêwendî
A+ A-

Pirs
Kilîta Zanînê ye
(1)

Çi mirovê heye pirsek an ji pirsekê pirtir di serê wî de digere, dixwaze wê pirsê zelal bike û bersiva wê jî bi zelalî werbigire! Lê ew derfeta pirsîn û bersivdanê ne her demê bi destê mirov dikeve!

Ez jî weku xemxurekî zimanê kurdî çend pirsên pir giring di serê min de digerin, wek:

  1. Gelo rastîya pêwendîyên Kurd û Mîdîyan çi ye?

Gelek lêkolerên Kurdan dibêjin Kurd jipaşmayên Mîdîyan in. Anku Mîdî pêşîyên Kurdan in.

Beranberî vê nêrînê neyarên Kurdan dibêjin, ew têkilî gotegoteke di valahîya dîrokê de digere, wekî ku yek serê xwe bi paçan mezin bike!

Kurdnasê rûsî Viladîmîr Mînoriskî gelek lêkolîn di vê derbarê de nivîsîne. Berhema wî ya herî giring ev pirtûka ku bi navê “Kurd Nevîyên Mîdîyan in.”

Viladîmîr Mînoriskî (1877 - 1966) ev pirtûka xwe di dû qonaxan de nivîsîye:

  1. Sala 1951ê pirtûkek bi sernameya “Kurd Nêrîn û Têbînî”
  2. Di destpêka şêstîyan de nameyek nivîsî bi navnîşana “Kurd Nevîyên Mîdîyan in”

Mînoriskî ew name arastî şagirtê xwe Qenatê Kurdo kir, xwest jê re tekez bike ku Kurd jipaşmayên Mîdîyan in. Anku Mîdî pêşîyên Kurdan in. Paşê ev her dû beş bi hev re hatin çapkirin û weku pirtûkeke serbixwe bi sernameya “Kurd Nevîyên Mîdîyan in” hat weşandin.

Sala 1966ê nexweşî li Mînorskî giran bû. Dost û hevalên wî li dora wî kom bûn. Şagirtekî wî[1] nêzî wî bû û jê pirsî: Seydayê min! Ma tu hîn li ser wê bawerîya xwe yî ku Kurd nevîyên Mîdîyan in!?

Mînoriskî lê nêrî û got: Bawerîya min ev roj ji her demê xurttir e ku Kurd nevîyên Mîdîyan in.

Piştî vê gotina Mînoriskî êdî her gotin di vî warî de bêwate ye!!

Mebesta min ji çespandina pêwendîyên di navbera Kurd û Mîdîyan de ew e ku ez pêwendîya di navbera zimanê kurdî û yê evistayî de tekez bikim. Çunku lêkoler û zimanzanê ingilîzî Dêvid Nîl Mikenzî[2] dibêje:

1. Raweya navê jêderî (اسم المصدر) yê ku ji hin navan tên dariştin, wek:

Kurd:  Kurdîtî – kurdayetî

Bira: Biratî – birayetî

Îzdî: Îzdîtî – îzdayetî

Ev rawe di zimanê evistayî de jî heye.

2. Jimarek ji bêjeyên ku bi deng û wateyên xwe di nav her dû zimanan de hevbeş hene.

Ev jî gotina Mînoriskî ya çûyî tekez dike!

Serencama gotinê, eger Mîdî pêşîyên Kurdan bin dê zimanê evistayî jî makdera zimanê kurdî be!

Em dizanin ku zimanê evistayî ji navê pirtûka Evistayê hatiye dariştin.

Bêguman Evista jî bi wê resenîya xwe ya pêşîn nemaye. Nêzî 3000 sal di ser hebûna wê re derbas bûne. Di vê dema dirêj de hin bûbelatên ziyanker bi ser wê de hatine:

Sala 331ê B.Z. Iskenderê Makdonî êrîşî bajarê Ragahê (Rey) kir. Giringtirîn pirtûkxaneya Zeredeştî tê de hat sotin. Seyda Mesûd Mihemed di pirtûka xwe “Zimanê Kurd” de dibêje: Evista 24 berg bû. Ji wan tenê çar berg rizgar bûn û jimara bêjeyên wan 84000 bêje bû. Careke dî Evista ji devên pîr û mûbîdanan[3] hat komkirin û parastin.

Di sala 1117ê de Mexolan di êrîşên xwe de derbasî bajarê Ragahê (Rey) bûn û ew wêran kir. Pirtûkxaneya Zeredeştî ya herî giring “Istexir” ew jî tê de hat binpêkirin û tunekirin.

Ji bilî Evistayî jî hinek pirtûkên Zeredeştî yên giring di wê bûbelatê de hatin tunekirin, wek pirtûka “Zatî Sipran” ya ku çîroka hilkişîna asmanan (Mîrac - معراج) vedibêje. Ew çîrok jî ev e: Di serdema şahê Sasanî “Kavada” (488 – 531) de Mezdek di nav Zeredeştîyan de diyar bû û dest bi peyama xwe kir. Peyama wî jî ew bû ku Ahora Mezda ew şandiye bo çakkirina wan şaşî û gendelîyên ku ketine Zerdeştî û Manîyê. Pîr û rêberên Zeredeştî li hev civîyan û biryara xwe da ku divê qehremanekî Zeredeştî bişînin bal Ahora Mezda da ku jê bipirse, ka rast wî Mezdek şandiye yan na!?

Ew qehreman bi navê “Êzda Ferat” bû. Bi hêz û hunera meya cadoyî ku ji (meya asayî+nîkotîn+banga) pêk dihat, wî qehremanî karîbû hilperike asmanan û bigihêje asmanê Ahora Mezda û ji nêzîk ve bersiveke neyînî jê werbigire… !!

 

(Li pey tê)

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



[1] Bi bawerîya min, ew şagirt Qenatê Kurdo bû.

[2] Dêvid Nîl Mikenzî (1926 - 2001). Mamosteyê peymangeha Rojhilat û Efrîqiya li Londonê, mamosteyê zimanê farisîya dêrîn (exmînî) û zimanê pehlewî li Zanîngeha Goettingenê li Elmanyayê.

[3] Mûbîdan: Navê qateke olî ji rêberên Zeredeştî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst