Hêmayên Kurd di Xemseya Nîzamî Gencewî de

5 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Nîzamî Gencewî Xemse Hêmayên Kurd
A+ A-

Helbestvan û ramanwerê mezin Nîzamî Gencewî, ku navê wî yê rastî Îlyas ibn Yusuf bû, li dora sala 1141an ji dayik bûye û di sala 1209an de li Genceyê (paytexta berê ya Arrana Şeddadiyan) miriye. Mîrata wî ya afirandariyê ku gihîştiye rojên îro, ji pênc poêmên nemir  “Xemse”: "Gencîneya Nehêniyan" ("Mexzen el-Esrar"), "Xosrew û Şîrîn", "Leyla û Mecnûn", "Heft Peyker", "Îskendername" û hejmarek xezelên lîrîk pêk tê ku bi mafdarî wekî gewherên wêjeya cîhanê têne hesibandin û aîdî serdema zêrîn a helbesta Farisî ne.

Hêjayî gotinê ye ku herî kêm di sisê ji pênc poêmên xwe yên sereke - "Leyla û Mecnun," "Îskendername," û "Gencîneya Nehêniyan" de - Nizamî ne ku tenê behsa Kurdan dike, lê bi zanebûn û bi sempatiyeke aşkere hêmayê Kurdan derdixîne pêş û bi awayekî nazik amaje bi eslê xwe dide.

1. Îmzeya esîlzadeyê: Hêla Dayikê di "Leyla û Mecnun" de

Di poêma xwe ya "Leyla û Mecnun"ê de, Nizamî bi awayekî îmzeya xwe –kartvîzîta xwe dihêle ku eslê wî aşkere dike. Ew bi evîn û ihtîrameke mezin li ser dayika xwe dinivîse û tekezî li ser eslê wê yê Kurd û statuya wê ya bilind a esilzade dike:

Kē mādarī man raīseī Kord

Mādarsefātāne pīş man mord  (1)

[Herçi dayika min, a rêbera Kurd e,

ew li ber çavên min bi evîna dayikê mir…]

Bi îhtimaleke mezin diya Nizamî ji esilzadeyên xanedana Şedadîyan bûye, ku bi qasî sedsalek berî jidayikbûna wî, desthilatdariya xwe li Gencayê winda kiribû. Lê belê eşkere ye ku arîstokrasiya Kurd di wê serdemê de li herêmê hê jî xwedî bandoreke girîng bûye.

Jixwe gelek rastiyên dîrokî jî statuya bilind a Kurdan li heman herêmê piştrast dikin; wekî pêşkêşkirina erdan li bakurê Genceyê ji aliyê Şahbanû Tamar  (ya Gurcistanê) ve ji Kurdên Xiristiyan ên ji binemala Mildirêjan (Mxargrdzeli) re - erdên ku wekî "Kurd Vaçarî" û "Kurd Gagî" têne zanîn. Girîngiya berê ya hêmana Kurd di toponîmên îroyîn ên li dora Genceyê de jî xuya dibin: Goran (navçe – ji navê eşîreke mezin a Kurd), Goranboy (bajar), Zazali (navçe - ji etnonîma "zaza"), û her weha gundên Sefîkurd, Baxçekurd, Balakurd, û yên din.

Derbarê bavê Nîzamî Gencewî de hema hema tu agahî tune. Nîzamî di temenê xwe yê biçûk de sêwî maye û perwerdehiya wî, xalê wî yê xwedî giramî, Xoca Omer girtiye ser xwe. Bi vî rengî, Nizamî bi şahnazî balê dikişîne ser perwerdehiya xwe ya arîstokratîk û eslê xwe yê Kurd ji hêla dayika xwe ve.

2. Mêrxasiya Leşkerî: Serkiredeyek Kurd di Îskendername de

Di poêma destanî ya “Îskendername”yê de, ku behsa serpêhatiyên Îskenderê Maqdonî dike, Nizamî Gencewî hêmaya hukumdarekî Kurd ê hêzdar jî dide nasîn. Dema ku helbestvan şerên bi hukumdarên Qafqasya Başûr re vedibêje, behsa lehengekî Kurd ê bi navê Duval ê hukumdarê Abxazê dike û li ser wî beytên destanî yên rasteqîn dinivîse:

"Li Abxazê Kurdek heye, eslê xwe Ad tê

Di şer de ji Ristem natirse

Duval e navê wî, siwarê mêrxas

Qayîşê ji pişta şêrên dirinde dikşîne

Mêrxasên Ermenî li ber rêz digrin."(2)

Li gorî çavkaniyên dîrokî, prototîpa vî lehengê efsanewî kesayetiyeke dîrokî ya rastîn - Emîr Kurd Ebul Hesen bû. Desthilata vî şervan û hukumdarê Xirîstiyan, ji sînorên Gurcistanê (Abxazê) wêdetir dirêj bûbû û di dîroka serdema xwe de şopeke bêhempa hiştibû. Ji ber ku Nîzamî bi xwe bi eslê xwe Kurd bû û ew di dilê dewleta Kurdan -paytexta Arranşahên Şeddadiyan a Genceyê de diafirand- ji navûdengiya hevnîjadê xwe baş haydar bû. Loma jî di beytên xwe yên nemir de, helbestvanê mezin bîranîna Emîr Kurd Ebul Hesen abadîn kiriye û bi helbestî hêmaya wî heta hetayê li dîrokê nitirandiye.

Ev hukumdarê Kurd ê Xirîstiyan -Emîr Ebul Hesen, ji bilî mêrxasiya xwe ya leşkerî, di heman demê de bavê Arzu-Xatûn, prensesa navdar a herêmên Aterk, Xaçena Jorîn û Xaçena Jêrîn (Qerebaxa Çiyayî) jî bû, ku li axa Kurdistana Sor a dîrokî Manastira Xudaweng ava kiribû. Emîr Kurd Ebul Hesen bi xwe, wekî kesayetiyeke leşkerî û siyasî ya hêzdar di seraya qralên Gurcistanê de, ku wê demê sernavê qralên Abxazê jî werdigirtin, roleke girîng lîstiye. Jixwe ev rastiyê ye ku di erdnîgariya helbestî ya Nizamî de hatiye wesifkirin.

Der ji vê, Nîzamî di poêma “Îskendername”yê de dema ku gelên cîhana berfireh a Îranê dijmêre, digel neteweyên mîna Buxarî, Gîlekî û Xezeriyan bi taybetî behsa Kurdan dike û wan di nav civata çandî û dîrokî ya hevpar de bi cih dike.

3. Îdeala Exlaqî: Şivanê Kurd wekî Amûrekî Dadweriya Bilind di "Gencîneya Nehêniyan" de

Nizamî  Gencewî hêmaya Kurd a herî kûr û sembolîk di poêma xwe ya felsefî û didaktîk a yekem, "Cencîneya Nehêniyan" (Mexzen el-Esrar) de afirandiye. Li vir, şivanê Kurd dibe karakterekî sereke di çîroka Xêr û Şerr de, ku teqdîra îlahî û teceliya dadperweriya bilind temsîl dike.

Mijara çîrokê wiha ye: Şerr  li biyabanê xiyanet li Xêrê dike û di berdêla qurtek av de her du çavên wî jê distîne û wî li biyabanê dihêle; şivanê Kurd vê mirovê bedbext dibîne û rizgar dike, lê xweyîtî dike û vedigerîne jiyanê. Paşê, dema ku Xêr dibe hukumdarekî dadperwer, dilovaniyê nîşan dide û tewanbarê xwe efû dike; wusa dixuye ku xirabî bê ceza dimîne. Lê heman şivanê Kurd derdikeve pêşiya Şerr. Dema fêm dike ku li ber wî heman xerabkar e, ew nikare hêrsa xwe bigre û wî ceza dike, bi wî awayî ahenga windabûyî ya cîhanê veava dike (3).

Wekî diyar dibe, bi rêya sê karakterên cuda -dayikeke Kurd a esilzade, fermandarekî Kurd ê mêrxas û şivanekî Kurd ê dadperwer- Nîzamî Gencewî konsepteke hevgirtî ava dike. Nîzamî ne ku tenê “behsa” Kurdan dike; ew, Kurdan bi taybetmendiyên bingehîn û yên fezîletdar: bi eslekî arîstokratîk, mêrxasiyeke leşkerî û paqijiya exlaqî ve dixemilîne û pê re jî Kurdan dike amûrên edaleta tewre bilind.

Ev motîvê biisrar ê di berhemên Nîzamî de ku ji bo şah û sultanan hatine nivîsandin, bi ti awayî ne tesadufî ye. Ji bo Nîzamî, ku bi xwe ji heman derdorê derketiye, Kurd ne tenê yek ji gelên din ên împaratoriyê bûn. Ew "arketîpa şervanekî esilzade, parêzvanê qanûna kevnar a şeref û edaletê" temsîl dikin, ku helbestvanê, nirxên wî ji lêbokî û durûtiya serayan bilindtir digre. Bi vî awayî, Nîzamî  di berhemên xwe de ne tenê bi serbilindî rehên xwe îlan kirine, di heman demê de wî Kurd gihandine asta etalona exlaqî û bi wî awayî têla Kurdî di xalîçeya zêrîn a "Xemsa"ya xwe ya abadîn de hûnandiye.

Xemseya Nizamî Gencewî

Çavkanî

1. Nizami Ganjavi. (1985–1986). Sobranie sochineniy v 5 tomakh [Collected Works in 5 Volumes], Vol. 3: (1986). Leyli i Mejnun [Leyli and Majnun] (T. Streshneva, Trans.), Moscow.

2. Nizami Ganjavi. (1940). Iskander-name: Part 1: Sharaf-name. Baku: Academy of Sciences of the AzSSR, p. 208.

3. Nizami Ganjavi. (1985), Vol. 1: (1985). Lirika; Sokrovishchnitsa tayn [Lyrics; The Treasury of Mysteries]; Moscow

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst