Baştirkirina birêvebiriya cîhanî ji bo çareserkirina rewşa dijwar a Rojhilata Navîn

24-09-2025
Liu Zhenyong
Nîşan Birêvebiriya Cîhanî Rebih Munzir Rojhilata Navîn
A+ A-

Di van demên dawî de, lûtkeya Rêxistina Hevahengiyê ya Şanghay 2025an li bajarê Tianjinê yê Çînê hat lidarxistin. Di civîna "Rêxistina Hevahengiyê ya Şanghay Plus"ê de, Serokê Çînê Xi Jinping Destpêşxeriya Biêvebiriya Cîhanî pêşkêş kir.

Piştî Destpêşxeriya Bipêşxistina Cîhanî, Destpêşxeriya Ewlekariya Cîhanî û Destpêşxeriya Şaristaniya Cîhanî, ev destpêşxerî, sûdeke giştî ya mezin a din e ku Çîn pêşkêşî civaka navneteweyî dike.

Ew rêgezeke rast diyar dike û rêyeke pratîk ji bo reformkirin û baştirkirina sîstema birêvebiriya cîhanî datîne holê. Ev yek jî palpiştiyeke xurt dide hewldanên avakirina sîstemeke birêvebiriya cîhanî ya wekhevtir û dadmendtir û pêşveçûna hevpar ber bi civakeke xwedî paşerojeke hevpişk ji bo mirovahiyê.

Îsal 80 sal di ser bîranîna serkeftina şerê berxwedana gelê Çînê li dijî destdirêjiya Japonyayê û Şerê Cîhanî yê dijî faşîzmê re, her wiha 80 sal di ser damezirandina Neteweyên Yekbûyî re derbas dibin. Beriya 80 salî, karesata du şerên cîhanî hişt ku civaka navneteweyî ji lêfikirîneke kûr fêr bibe ku ev yek bû sedema damezirandina Neteweyên Yekbûyî û destpêkirina rûpeleke nû di rêveberiya cîhanî de.

Piştî 80 salan, tevî ku herikîna serdemê ber bi aştî, geşbûn, hevahengî û sûda hevpar ve wekî xwe maye, siya hişmendiya Şerê Sar, hegemonya û parêzxwaziyê hê jî heye. Gef û astengiyên nû berdewam zêde dibin û cîhan derbasî qonaxeke nû ya alozî û guherînan bûye.

Reforma sîstema birêvebiriya cîhanî bûye daxwazeke hevpar a hemû gelan. Di vê dema hestyar de bi liberçavgirtina paşeroja mirovahiyê û bersivdana herikîna serdemê, Serok Xi Jinping Destpêşxeriya Birêvebiriya Cîhanî pêşkêş kir.

Ev destpêşxeriya ku ji "pênc têgehên sereke" pêk tê, di demekê de tê ku pir pêwîst e û bersiveke kûr dide pirsa vê serdemê: "Pêwîst e çi cure sîstemeke rêveberiya cîhanî bê avakirin û divê reforma rêveberiya cîhanî çawa bê kirin û baştir bibe?"

Destpêşxeriya Birêvebiriya Cîhanî bi giranî ji van xalan pêk tê:

Pêbendbûna bi wekheviya serweriyê: Divê em teqez bikin ku hemû welat, bêyî guhdana bi mezinahî, desthilat û dewlemendiya wan, bi awayekî wekhev beşdarî rêveberiya cîhanî bibin, biryaran bidin û mifayê jê werbigirin. Divê em demokrasiyê di têkiliyên navneteweyî de pêş bixin û nûnertî û dengê welatên nû-pêşketî zêde bikin.

Pêbendbûna bi serweriya yasaya navneteweyî: Divê armanc û prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî û normên din ên bingehîn û gerdûnî yên têkiliyên navneteweyî bi temamî û berfirehî bên bicihanîn. Divê yasa û rêzikên navneteweyî bi awayekî wekhev bên bicihanîn. Nabe standardên dualî hebin û nabe yasayên navxweyî yên çend welatan li ser yên din bên ferzkirin.

Pêbendbûna bi piralîtiyê: Divê em pêbendî dîtina rêveberiya cîhanî ya ku li ser bingeha şêwira berfireh, beşdariya hevpar ji bo berjewendiyên hevpar bin, yekîtî û hevahengiyê pêş bixin û li dijî yekalîtiyê derkevin. Divê em bi tundî pêgeh û desthilata Neteweyên Yekbûyî biparêzin û rola wê ya sereke ya bê alternatîf di rêveberiya cîhanî de misoger bikin.

Pêbendbûna bi rêbazeke ku gel esas digire: Divê em sîstema rêveberiya cîhanî reform bikin û baştir bikin da ku misoger bibe ku gelên hemû welatan xwe di rêveberiya cîhanî de wek nûner û sûdmend bibînin, da ku em baştir rûbirûyî astengiyên hevpar ên mirovahiyê bibin, valahiya di navbera bakur û başûr de kêmtir bikin û berjewendiyên hevpar ên hemû welatan baştir biparêzin.

Pêbendbûna bi encamên rast: Divê em rêbazeke sîstematîk û berfireh bişopînin, hevrêziyê di navbera kiryarên cîhanî de çêbikin, çavkaniyên curbecur bi temamî kom bikin û hewl bidin ku encamên zelaltir bi dest bixin. Divê em hevahengiya pratîk xurttir bikin da ku sîstema birêvebiriyê li paş nemîne yan jî perçe nebe.

Niha Rojhilata Navîn di rewşeke aloz a berdewam de ye. Pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê demeke dirêj e nehatiye çareserkirin û qeyrana mirovî li Xezeyê roj bi roj xirabtir dibe, aloziyên di navbera Îsraîl û Îranê de, her wiha di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de berdewam zêde dibin, û bermahiyên tundrevî û terorê li derfetan digerin ku ji nû ve serî hildin û belav bibin. Li hemberî vê paşxanê, Destpêşxeriya Rêveberiya Cîhanî rêbazeke nû ji bo bidestxistina aştî û aramiyeke mayînde li ser vê axa kevnar pêşkêş dike.

Di warê ewlehiyê de, destpêşxerî dê bibe sedema damezirandina mîkanîzmeke berfireh û piralî ya diyaloga herêmî. Di warê pêşketinê de, destpêşxerî dê hevrêziyê bi Destpêşxeriya Kember û Rê re zêdetir bike.

Derbarê pêşketina civakî de, destpêşxerî pêbendî rêbazeke gel-navendî ye, rêzê li pirrengiya şaristaniyê li seranserê herêmê digire, û misoger dike ku destkeftiyên pêşketinê bi piranî sûdê bigihînin xelkê asayî.

Ya hêjatir ew e ku destpêşxerî rêbazeke nû ya birêvebiriya cîhanî pêşkêşî Rojhilata Navîn dike ku ji rikberiyên kevneşopî yên zilhêzan cuda ye. Ev rêbaz tekeziyê li ser wekheviya serweriyê û serweriya yasaya navneteweyî dike, dabeşkirina qadên bandorê red dike, xwe ji ferzkirina îdeolojiyan dûr digire û li şûna wê maseyeke gilover ji bo danûstandineke wekhev ava dike.

Em amade ne bi hemû welatên Rojhilata Navîn re bixebitin, bi giringîdana bidestxistina encamên şênber bi rêya rêveberiya cîhanî. Em dikarin bi hev re bixebitin da ku misoger bikin ku zarokên Yemenê li şûna ku xwe ji êrîşên hewayî veşêrin, karibin biçin dibistanê; şûnwarên dîrokî yên Sûriyeyê li şûna ku bibin qada nakokiyan, pêşwaziya geştyaran bikin û serweta petrolê ya herêmê bibe kevirê bingehîn ê bextewariyeke mayînde; aştî û aramî ne xewneke dûr, lê rastiyeke şênber e ku em dikarin bi dest bixin.

Bicihanîna çar destpêşxeriyên mezin ên cîhanî li Rojhilata Navîn ne tenê bi bextewariya welat û gelên herêmê ve girêdayî ye, lê belê bi dîmena berfirehtir a ewlekarî û geşedana cîhanî ve jî girêdayî ye.

Çîn amade ye wekî piştgireke bihêz ji bo welatên Rojhilata Navîn lêgerîna wan a serbixwe ya rêyên bipêşketinê yên ku li gorî şert û mercên wan ên niştimanî ne, çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalog û şêwirê û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi başkirina rêveberiya cîhanî bidomîne.

Em dê bi civaka navneteweyî re bixebitin da ku tevkariyên nû û mezintir ji bo bipêşxistina çareseriya siyasî ya pirsgirêk û mijarên germ, bidestxistina aştî û aramiyê li herêmê û avakirina civakeke xwedî paşerojeke hevpar ji bo mirovahiyê pêşkêş bikin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e