Mihemed Xoşnaw
Roja 23ê meha borî, Wezîrê Karûbarên Îslamî yên Siûdiyê Ebdilletîf Şêx biryar da mîkrofona deng li mizgeftan tenê ji bo bangdan û nimêjkirinê be! Belkî wiha kir ku bilindkirina deng pileyeke destnîşankirî derbas neke, ku biryarê daniye, ji bo ku xelkê bêzar neke!
Ev biryar li welatekî pîroz li cem misilmanan bi piştgirêdana bi anîna şerîetê derket. Ev biryar rêz e ji bo aqil û nimêjê. Rêz e li Qur`an û bangdanê û rêz e ji bo mirov.
Li Herêma Kurdistanê pêwîstiya me bi biryareke bi vî rengî heye, ku pişta xwe bi heman şerîetê girê bide. Çunkî ew diyardeya dengê bilind û mezin li cem me jî û ji mîkrofonên mizgeftên me jî tê û heye. Were di dema roja înê de di nav bazarê de bimeşe, ji ber bi hev re qîjandina dengê mîkrofonan haya te ji tiştekî namîne, deng wiha tev li hev dibin, tu tiştekî ji wan fam nakî û kes jî dengên ji mîkrofonan derdikevin ji hev cuda nake.
Her yek ji wan awazekê dixwîne. Dîndarî ne bi rêya mîkrofon û dengê mezin e. Nimêja înê ji bo wan merivan e ku li mizgeftê ne, ne ji bo yên li derve ye. Îmamê nimêjkirinê ji bo wan merivan e ku li pişt wî nimêj dikin, lê ne ji bo merivên li cade û kolanan e!
A ku em dixwazin ji hebûna dengekî bedew pêk tê ku biherike hundirê ruhê însên û ziyanê negihîne guhdêr. Carinan guhê min lê bûye, dibêjin dengê filan melayê mizgeftê xweş û aram e û bangeke nerm û xweş radidêre dil û derûnan; mîna ku guhê me li awaza bilûreke xweş be.
Lê hin bangxwazên wiha jî hene, dengê wan ewqas nexweş û mezin e, însan ji dengê wan direve û guh nadêriyê. Carinan jî li hin mizgeftan mîkrofonên xwe ji karkerên mizgeftê û xwebexşan re li şûn dihêlin.
Trajedî ew e ku hin mizgeft bi bangdanê tenê ranawestin, lê ewqas zêde bi wan mîkrofonan şa û dilxweş in, bi awayekî nimêjeke temam û rasterast li hewayê diweşînin.
Diyardeya dengê mezin ne ji mîkrofonan tenê ye. Lê ji wiha berfirehtir e. Hawarkirin û qîjandin bûye diraveke alûgorê ku kirîn û firotin pê tê kirin. Carinan tu li derekê bi aramî rûniştî, horneke mîna bombeyê di guhên te diteqînin. An tu li ser peyarêyê dimeşî û xeyala te çûye, tu bi hornên zêde û mezin ên xêliya bûkguhastinekê bi xwe ve têyî.
Nexweştirîn dema bi qajewaj roja înê ye. Ev jî gava dengê mîkrofonên mizgeftan di dema nimêja înê de tev li hev dibe. Gelo merem ji wê heyteholê şiyarkirina însan ji bo roja Qiymaetê ye?!
Kurt û kurmancî, em di serdema qareqar û hawarkirina herî zêde de dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse