Îranê roja duşemê ji bo birêvebirina Tengava Hurmizê, damezirandina Desteya Tengava Kendava Farisî ragihand.
Her wiha ji bo vê desteya nû li ser medyaya civakî bi navê PGSA hesabek vekir. Ev hesab ji bo belavkirina zanyariyên nû yên li ser vê rêya avî ya stratejîk hatiye vekirin.
Heman rojê, Supaya Pasdaran bi rêya ajansa xwe ya fermî Sipa Newsê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû kabloyên fîber optîk ên di nav Tengava Hurmizê re derbas dibin dikevin bin çavdêrî û wergirtina bacê ya Supaya Pasdaran.
Ev yek piştî wê yekê tê ku Îran hewl dide çûn û hatina deryayî ya wê rêya avî ya girîng kontrol bike.
Rojane agahiyên dan û standinên darayî yên cîhanî di tora pêwendiyan a binê deryayê ya Tengava Hurmizê re derbas dibin. Bihayê van dan û standinan zêdetirî 10 trilyon dolaran e.
Di heman demê de piştî êrişa dronî ya roja yekşemê ya li ser santrala atomî ya Îmaratê, dilgiraniyên li ser tora hevpar a elektrîkê ya Kendavê zêde bûne.
Êrişa li santrala atomê ya Kendavê
Berbanga 17ê Gulana 2026an, sê dron ji sînorê rojava ve derbasî nav xaka Îmaratê bûn. Parastina Asmanî ya Îmaratê rê li ber du dronan girt û ew xistin xwarê.
Drona sêyemîn li Santrala Atoma ya Berakeyê ya li navçeya Zefreyê ya Abû Dabiyê xist. Di encamê de agir bi yek ji jeneratorên derveyî beşa parastî ya santralê ket.
Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî daxuyaniyek belav kir. Ajansê piştrast kir ku agir bi jeneratoreke santralê ketiye. Yekeya 3yemîn a hilberîna elektrîkê xistine ser sîstema mazotê. Her wiha hat gotin ku asta radyasyonê asayî ye û di vî warî de ti metirsiyek nîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdulah bin Zeyd êriş wekî "êrişeke terorîstî ya xayînane" pênase kir. Wezareta Parastinê jî eşkere kir ku ew li ser çavkaniya êrişê lêkolînê dikin.
Rayedarên Îmaratê berevajî êrişên berê, vê carê Îran tohmetbar nekir. Dron ji sînorê rojava yê ku bi Erebistana Siûdiyê re hevpar e hatibûn.
Berê komên çekdar ên Şîe yên ku bi ser Îranê ve ne û li Îraqê çalak in, êrişî welatên Kendavê kiribû. Lê heta niha ti ji wan koman berpirsyariya vê êrişê li xwe negirtiye.
Birêvebirê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Rafael Grossi 17ê Gulanê daxuyaniyek da. Grossi got, "Çalakiyên leşkerî yên ku ewlehiya atomê dixin metirsiyê nayên qebûlkirin."
Berake çi ye û çima ji bo tora elektrîkê girîng e?
Santrala Berakeyê nêzîkî ji sedî 25ê elektrîkya niştimanî ya Îmaratê dabîn dike. Ev jî salane dike 40 têrawatt. Ev elektrîk rasterast diçe nav tora mezin a hevpar a şeş welatên Kendavê. Ev tor elektrîkya Îmarat, Erebistana Siûdî, Kuweyt, Qeter, Behreyn û Umanê bi hev ve girê dide.
Ev tor ji aliyê desthilateke bi navê GCCIAyê ve tê birêvebirin û wekî piştgiriyeke hevpar a elektrîkya herêmê kar dike.
Dema ku hilberîna navxweyî ya welatekî endam kêm bibe an jî têk biçe, tora hevpar a Kendavê bi elektrîka zêde ya welatên cîran wê kêmasiyê temam dike.
Torê ji sala 2009an ve zêdetirî 2 hezar rewşên awarte yên bi vî rengî çareser kirine. Saziya S&P Globalê pileya "A"yê daye GCCIAyê. Niha projeya berfirehkirina wê saziyê bi bihayê 1.1 heta 1.5 milyar dolarî di qonaxa bicihanînê de ye û dê heta sala 2027an berdewam bike.
Rawestandina Santrala Berakeyê dikare bibe sedema windabûna 5 hezar û 380 megawattî ji şiyana hilberîna elektrîkê ya tora Îmaratê.
Ev yek dikare ji ber ziyana fîzîkî ya li ser koreyên wê be yan jî çalakkirina protokola ewlehiyê ya piştî êrişeke sîber be.
Divê ev kêmasî bi rêya tora Kendavê were dagirtin. Ev jî bi piranî ji aliyê Erebistana Siûdiyê ve tê dabînkirin çimkî şiyana wê ya zêde ya hilberîna elektrîkê heye.
Lê heman sibeha êrişa li ser Berakeyê, Erebistana Siûdî ragihand ku wan 3 dronên ku ji Îraqê derbasî asmanê wan bûne xistine xwarê.
Xala herî girîng a tora elektrîka hevpar a welatên Kendavê, Santrala Piştgiriyê ya Fazliyê ya li rojhilatê Erebistana Siûdî ye. Ev tenê sazî ye ku sîstema elektrîkê ya 60 hertzî ya Siûdiyê bi standarda 50 hertzî ya tora Kendavê re diguncîne.
Bêyî vê santralê, Erebistana Siûdî nikare elektrîkê bide welatên din ên Kendavê heke elektrîkya wê ya zêde hebe jî. Heta îro rasterast êrişî Santrala Fazliyê nehatiye kirin.
Lê ew li herêmekê ye ku ji 28ê Sibatê ve çendîn caran rastî êrişên mûşekên balîstîk û dronan hatiye. Di nav wan de du êrişên piştrastkirî yên li ser komalgeha parzûngeha Ras Tenûreyê ya Aramcoyê jî hene.
79 roj in êrişî jêrxana elektrîkya Kendavê dikin
Êrişa bi dronê ya li Berakeyê bûyera herî nû ya zincîreya êrişên piştrastkirî yên Îranê ye yên li ser jêrxana elektrîk û enerjiya Kendavê. Ev êrişan di roja yekem a şer de ango 28ê Sibata 2026an de dest pê kir.
Ziyanên giştî bi vî rengî ne: Heta 17ê Gulanê, Îranê êrişî jêrxana elektrîk û enerjiyê ya her şeş welatên Kendavê kiriye. Qeydên piştrastkirî ev in:
2yê Adarê, dron û mûşekên Îranê li komalgeha parzûngeha Aramcoyê ya Siûdiyê ya li herêma rojhilat dan. Ev parzûngeha herî mezin a wî welatî ye. Êrişê bû sedema şewatê û ji bo demeke kurt karên santralê hatin rawestandin.
Di heman rojê de, bajarê pîşesaziyê Ras Lafan ê li Qeterê hat armanckirin. Ev bajar nêzîkî ji sedî 20ê gaza xwezayî ya şil a cîhanê hildiberîne.
Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di nirxandina xwe ya 22yê Nîsanê de gihişt wê encamê ku êrişên 18 û 19ê Adarê yên li ser Ras Lafanê dibe ku "bigihîjin asta tawanên şer".
9ê Adarê, ji ber paşmayên dronekê agir bi depoya sotemeniyê ya santrala elektrîkê ya Subiyeyê ya li Kuweytê ket. 8ê Adarê jî êrişî santrala elektrîk û avê ya Fuceyre F1 a li Îmaratê hat kirin.
Wezareta Elektrîkê ya Kuweytê 5ê Nîsanê piştrast kir ku ji ber êrişên li ser santralên elektrîk û parzûnkirina avê, du yekeyên hilberînê ji kar ketine.
28ê Adarê, santrala şirketa Elemnyoma Global a Îmaratê (EGA) li Ebû Zebiyê ziyaneke mezin dît. Vê yekê karên wê dan rawestandin û tê pêşbînîkirin ku çêkirina wê salekê bikşîne.
Di bûyerên cuda de çendîn caran êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Dubayê hatin kirin. Vê yekê jî hişt ku geştên asmanî demkî werin rawestandin. Wezareta Parastinê ya Îmaratê amarên êrişan tomar kirine.
Li gorî tomaran, heta 27ê Adarê, Îranê 378 mûşekên balîstîk, 15 mûşekên kruz û nêzîkî hezar û 835 dron avêtine Îmaratê. Heta 1ê Nîsanê, amarên Îmaratê gihiştin 438 mûşekên balîstîk û 2 hezar û 12 dronan.
Rengê sîberî yê êrişan
Digel êrişên fîzîkî, hackerên bi ser Supaya Pasdaran ve li dijî sîstemên kontrola tora elektrîkê operasyonên sîber pêk tînin. 7ê Nîsana 2026an, şeş ajansên federal ên Amerîkayê ku CISA, FBI, NSA û Wezareta Enerjiyê jî di nav de bûn daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Wan piştrast kir ku kesên bi ser Îranê ve hewl didin bernameyên kontrolê yên jêrxanên hestiyar ên wekî elektrîkê têk bibin. Ev yek herî kêm ji Adara 2026an ve dest pê kiriye. Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku karê hinek saziyan têk çûye û ziyanên darayî jî dîtine.
Bernameya kontrola elektrîkê fermanê dide santralên elektrîkê bê ka ew dê çawa li seranserê tora elektrîkya Kendavê kar bikin û çawa di nav welatên Kendavê de werin dabeşkirin.
Wekî mînak, heman bernameyê bi awayekî xwebexş ferman daye ku yekeya 3yemîn a Santrala Atomî ya Berakeyê bixin ser sîstema mazotê. Lê heke bername bi xwe were hackkirin, wê demê proseya veqetandin û çêkirinê dê di şert û mercên şer de hewcedarî destêwerdana mirovan bûya.
Tora elektrîkya Kendavê di şert û mercekî de kar dike ku ji bo wê nehatiye dîzaynkirin. 17 êrişên piştrastkirî yên li her şeş welatên endamên torê, ji bo paşeroja elektrîka Kendavê metirsiyeke mezin çêdikin.
Tora hevpar a elektrîkê ya Kendavê niha bi xwe ketiye nav metirsiyeke mezin. Hatibû plankirin ku Îraq bi rêya Kuweytê bi vê torê ve were girêdan û îsal 500 heta 600 megawatt elektrîkê jê wergire. Lê ev tor bi xwe di xeterê de ye.
(Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse