Baweriyên kevnar zû bi zû ji nav çi gelan bi dawî nabin. Her dem şop û remzên wan di nav cîvakan de dimînin, bi awayên cuda cuda derdikevin pêşberî me.
Dirûv û şêwazên baweriyan diguherin lê wate û naveroka wan xwe diparêze. Her çi qasî ji ol û baweriyên derdoran hinek rîtuelan bihewînin nav xwe jî dîsa cewherê xwe yê dêrîn diparêzin. Cîvak bîr û baweriyê bi cewheriya wê ya kevnar tînin.
Raya van baweriya dûr û dirêj e, xwe digihîne serdemên dêrîn. Di nav Kurdan de baweriyên kevnar raya xwe ji serdema mîtolojiyê digirin, heta digihe serdema Neolîtîk. Kurdan pir sud ji mîtolojiya Neolîtîk girtiye.
Mirov dikare bêje ku wan bîr û baweriyan bandoreke pir zêde li gelê Kurd kiriye. Ev bandor bûye sedema gelek baweriyên cuda û bûye cih, warên ol, mîtolojiyan. Olên asîmanî sûd ji van mîtolojiyan girtiye. Heke mirov temaşeyî naverok, çîrok û wateya olên yekxwedayî bike dê şop û nîşanên baweriyên Kurdan di wan de bibîne. Vêca em hinek baweriyên Kurdan ên kevnar binivîsin.
Diran û devê gurî
Niştecihên li herêma Elkê berê baweriyeke cuda bi diran û devê gurî dianîn. Li gorî baweriya wan diran û devê gurî zarokên biçûk ji meçêtiran (cîn) strare dikirin. Li gorî gotegotên di nav cîvatên Elkiyan de, meçêtir di zemanên kevnar de ji guran ditirsiyan.
Tirsa gurî her dem di dilê cinan de ye. Cîn pir ji meçêtiran ditirsin. Her dem xwe ji xezeb û êrişên guran stare dikin. Di nav ajalan de tenê gur meçêtiran dibîne. Di navbera meçêtir û guran de dîjmîniyeke dîrokî heye.
Di vî şerê mitolojîk de her dem gur serkeftî ye. Neyariyeke dêrîn di navbera wan de heye. Di vî şerî de yê qezenc dike gur e, qesasê serê cina ye. Cin pir ji gurî ditirsin. Ji ber van sedema cîvata herêma Botan diran û devê gurî wekî tiştek pîroz, stare dihesibînin.
Diranî wekî nivîştiyê dixin pişta zarokî û devî dixin ser serdarê landikê (dergûşê). Li gorî baweriya wan ev diran û dev nahêlin meçêtir tuşî zarokan bibin. Gava meçêtir diran û devê gurî dibînin ditirsin, direvin. Diran û devê gurî parastina zarokan dikin. Baweriyeke wisa li gel cîvata vê herêmê heye. Rayên vê baweriyê gengaz e bigihe serdema çîrokan.
Derzî û hesîn
Erkekî wekî diran û devê gurî lê hatiye barkirin. Hinek deverên heremê, wateya ji cina parastin daye hesînî. Berê digotin cin tên zarokan dibin, an ji dîn dikin. Derzî û hesîn ji wekî amûreke starê ye.
Berê tê bîra min dayikên me derzî yan ji kereke hesîn î biçûk dixist bersingên me. Li gorî wan gava meçêtir hatin me birevin nikarin ji ber hesînî me berze bikin. Perdeya veşartinê bikêşin ser me.
Derzî û hesîn vê taybetiya cinan bê bandor dikin. Heta temenekî bi vî awayî malbatan zarokên xwe diparastin.
Li gorî min gava mîrovan hesîn keşif kiriye wateyeke pîroz û parastinê dayê. Heta serdema me ev wateya hesînî hatiye. Mirovan hem hesîn ji bo parastinê bi kar aniye hem ji jiyana wan hêsan kiriye.
Serkê ajalên mirî
Berê li gundan gundiyan serkên ajalên wekî ker, hesp, gayan li lotên xwe didan. Gava yekî çavavêj temaşeyî lot, an ji li serdera mala xwe dida. Ji ber çavan mirovan ev rê, rêbaz esas girtibû. Gava mirov dinêre tiştekî û ji nîşka ve serkê ajalekê were ber çavên wî tîrbûn, enerjiya mirovî belave dibe.
Li gorî baweriya wan ev serke enerjiya nezer, çavavêjiyê belave dike û nahêle bûyera nezerê biqewîme. Li hemberî nezerê dibe dîwar, enî.
Sibat û çavkildan
Çavkildana meha sibatê kevneşopiyeke Kurdan a kevnar e. Heyva sibatê dawiya zivistanê ye, bi zor û dijwar dibore. Di demên berê de kevneşopiyek sosret di nav kurdan de hebû. Xwedî çandek têvel bûn. Meha sibatê mirovan çavên sibatê kil didan.
Meh tiştekî razber bû. Nihe xwînêrên eziz dibêjin çawa kil didan? Belê her roj malekê li mezela tenûrê çavên sibatê kil didan. Çavên sibatê stûn û karîtên li ber banê mezelê çavên sibatê dinimandin.
Gundiya stûn, karîtên avahiya wekî çavên sibatê didîtin û pê (bi) arî kil didan. Gava berf xweş barîba gundiyan digot îro dora kî malê ye çavên sibatê kil nedane. Gazinde dikirin û dibezin çavên sibatê kil didan.
Lê diviya çavên sibatê keçkekê an ji jinekê kil dabana. Keçikê û jinê pakî, rastî û qenciya mirovan temsîl dikir. Ji ber vê sedemê kilkerên çavên sibatê jin bûn.
Rovî, kêvroşk, mar
Her gel li gorî ezmûnên xwe yên cîvakî dibe xwedî birek baweriyan û hinek ajal dibin remz û nîşanên bîr û baweriyên wan. Baweriyên cuda bi van ajalan tînin. Mîsyonên têvel barî van ajalan dikin. Dibe ku hinek kes, komcivat gava ji bo karekî diçûn rastî bûyerên qenc û xirab hatibin û hinek ajal berî bûyeran rastî wan hatibin ev qencî û xirabî kiribe sedema rast hatina wan.
Erkên xiravî û qencî kiribin stûyên ajalan. Vêca ajal ji kirine nîşana qencî û xirabiyê. Li ser bingehê vê ezmûnê hişekî cîvakî afirandiye. Rovî, mar û kêvroşk bûne remzên baweriya Kurdan. Rovî li ba Kurdan oxir û qencî ye.
Gava rovî li ser riyekê rastî kesekî were dê kar û barên wî baş biçin. Kesek ji bo karekî, bûyerekê biçe heke rovî li ser riya xwe bibîne, biçî xizmetê ve çûbe dê qenc û rast pêk were. Berevajî rovî heke kêvroşk rast were dê hemû karên wî wê rojê şaş û xirab biçin.
Kêvroşk bêyom e, xirabiyê dinimîne. Cîvakê de dibêjin kesên neqenc kêvroşka beş. Teqez kesek ji bo karekî çûye rastî kêvroşkê hatiye û şulê wî rast neçûye, kiriye stûyê kêroşkê. Kêvroşka reben bûye kêvroşka beş.
Kurd dibêjin marê serê sibê tê pêşiya te oxir e, qencî ye. Yê êvarî tê ser riya te bêoxirî, xirabî ye. Cîvak li gorî bûyer, ezmûn û tiştê bi serê wan de qewîmîne bîr û baweriyan diafirîne.
Elka dil û hinavan
Elka dil û hinavan nexşê çîrok û baweriya Kurdên herêma Elkê ne. Elka dil û hinavan pîrejineke diran qiç, dirêj, porşîn, çavsor û pozdîrêj e.
Li gorî baweriya mirovên herêmê ev pîrejine xwe bi dil û hinavên jin û pezî xwedî dike. Şevên zivistanê yên dîrêj demê pez ji bo zayînê dikeve gomên pezî û gava pez dizê li gel giyayî diçe zikê mihên ber zayînê de û dil û hinavên wê derdixe, dixwe.
Li gorî gotegotan demên berê ev elka dil û hinavan tuşî malbatekê bû. Çend bûk û keçên wan kuştibûn.
Dema welîdina bûka malê xesûr (xezûr) diçe ber serê wê û rûdine. Arxavkê bûka xwe bi destên xwe çêdike, amade dike. Himbankeke ji kevilî çêdike didane ber çongê xwe.
Gava arxavkî têk vedide, mûyekî stûr dikeve nav. Wî mûyî radike, dikê nav himbanka xwe derî baş lê girê dide. Arxafkî dide bûka xwe. Himbanka wî diwerime her diçe diwerime, mezin dibe û deng, qîrên jê diçe.
Xesûrê bûkê elka dil û hinavan dide sondê ku êdî xwe têkîlî malbat û mirovan neke. Elk soz dide û soza xwe digere êdî xwe têkîlî mirovan nake. Çîrokên elka dil û hinavan gelek in.
Meçêtir û şev avrijandin
Li herêma Botan dibêjin cîna meçêtir. An ku ji me hêjatir, qenctir, zirektir. Meçêtir mirovan dibîn lê mirov wan nabînin. Li gorî baweriya wan meçêtir şevan li berderî, li kêlekên malan, kolanên wan digerin an ji rûdinin.
Berder, cihên tarî war û mala cînan e. Dibêjin şevan dîvê mirov hişyar be avê nerêjine. Heke avê birêje ji hewce ye navê Xweda bîne. Heke tu avê birêjî meçêtiran da dê tuşî te bin. Li serê wî kesî û malbata wî bibin bela.
Berê li gundan hindî ji mirovan dihat av kêm dirêjand, navê Xweda tîna. Mirov nizane ka cîn li kû derê rûniştine an ji digerin. Dîvê çi kes wan nearîne li serê xwe neke bela.
Ev baweriyên Kurdan dêrîn in, raya xwe radigihînin serdema mîtolojiyê. Serdema mîtolojiyê bandoreke girîng li mejû, giyana Kurdan kiriye. Kurdan ji ev bandor bi şêwazên cuda di nav jiyana xwe de şîrove kirine û êxistine meriyetê.
TEBÎNÎ: Ev nivîs bi tevahî ji lêkolînên li qadê yên Mehmet GUR pêk tê. Nabe bêyî destûra nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse