Dema ku Kompanyaya Googleyê ku niha beşek ji Kompanyaya Alphabetê ye, sala 2006an platforma YouTubeyê bi 1,65 milyar dolarî kirî, piraniya navendên şêwirmendiyê nirxê rast ê YouTubeyê bi 600 milyon dolarî, herî zêde bi milyarek dolarî texmîn dikir.
Wê demê tenê salek di ser damezirandina YouTubeyê ya ji aliyê sê karmendên Kompanyaya PayPalê ve derbas bûbû. PayPal taybet bû bi veguhastina pereyan bi rêya online. Qezenceke wisa ya YouTubeyê nebû, dahata wê ji 15 milyon dolaran kêmtir bû û xerciyên wê jî ji dahata wê zêdetir bûn, bi taybetî ji ber xerciyên ragirtin û xebitandina serverên wê. Dema Googleyê YouTube kirî, behs li ser wê yekê kir ku dê di paşerojê de hejmara bikarhênerên wê zêde bibe. Her wisa jî derket.
Ferz bike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê demê hay ji wê kirîn û firotinê hebûya. Wekî mînak bi rêya Omêd Kurdistanî ku wê demê ew birêvebirê Kurd li Googleyê yek ji 5 biryarderên sereke bû. Omêd Kurdistanî wê demê Birêvebirê Bazirganî û Firotinê yê Cîhanî yê Googleyê bû.
Ferz bike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza şirîkatiyê ji Kompanyaya Googleyê bikira û ji sedî 49ê pişkên YouTubeyê bikiriya û ji sedî 51ê pişkên YouTubeyê jî ji bo Googleyê bimana, ev jî bi veberhênana 808 milyon dolarî ku wê demê dikir ji sedî 49ê pereyê kirîna YouTubeyê.
Hefteya borî Kompanyaya Alphabetê, rapora xwe ya darayî ya çaryeka duyem belav kir. Di heyama sê mehên duyem ên îsal de 86,3 milyar dolar dahata wê hebûye, ji wê rêjeyê qezenca safî 25,1 milyar dolar bû lê dahata YouTubeyê ya kompanyayê gelekî balkêş e.
Di heyama sê mehan de tenê platforma YouTubeyê 9,8 milyar dolar dahata wê hebûye. Eger em hemû xerciyên xebitandina YouTubeyê di wê heyamê de jê derxin, qezenca safî ya YouTubeyê di wan sê mehan de 5,15 milyar dolar bûye û di mehekê de 1,72 milyar dolar e.
Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwediyê ji sedî 49ê YouTubeyê bûya, para wê ya ji qezenca safî ya mehane dê bigihîşta 858 milyon dolarî, ango bi bihayê fermî yê dînaran dikir 1,12 trîlyon dînaran ku têra dabînkirina mûçeyê mûçexwaran û xerciyên birêvebirinê jî dikir.
Çavkaniyên Dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane nêzîkî milyarek dolar pêwîstiya wê bi pereyan heye ji bo dabînkirina mûçeyê mûçexwaran û xerciyên birêvebirina dezgehên xwe. Dibe ku bi milyarek dolarî hinek pere ji bo veberhênan û nûjenkirina binesaziyê jî bimîne.
Ji ber xerciyên zêde yên hilberînê, heqdestê kompanyayên petrolê û xerciyên veguhastin û hinardekirinê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti carî nekariye bi dahata firotina petrolê, tevahiya budceya xwe dabîn bike.
Niha jî di bin ronahiya wê rêkeftina şikestî ya ku bi Bexdayê re kiriye, razî bûye ku firotin û hinardekirina petrolê bide destê Kompanyaya SOMOyê. Neçar e ku heta ji nîvê zêdetir dahata xwe ya navxweyî bide Bexdayê, tenê ji ber wê yekê ku hikûmeta Îraqê razî bibe mûçeyê mûçexwarên Herêma Kurdistanê dabîn bike.
Ango di rewşa herî baş a pêwendiyên erênî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de, ew tenê mûçeyê mûçexwaran dabîn dikin û pereyeke kêm jî ji bo xerciyên birêvebirin û veberhênanê didin. (Ji bilî mûçeyan, heta niha hikûmeta Îraqê her du beşên din ên para Herêma Kurdistanê ya di budceya Îraqê de nedane).
Tiştê ku diyar e, di rewşa herî baş de, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re mehane nêzîkî 100 heta 120 milyar dînaran dimîne (ji sedî 50ê dahata navxweyî) ku dikare ji bo veberhênana di projeyên binesaziyê û xerciyên serfkirinê de terxan bike lê ev mêjer têra bicihanîna ti projeya binesaziyê ya stratejîk nake.
Bînin ber çavên xwe, projeyeke wekî damezirandina tora kanalîzasyon û avrêjên Hewlêrê nêzîkî sê heta çar milyar dolaran divê. Wekî mînak ji bo çêkirina rêyeke bilez a di navbera Silêmanî û Hewlêrê de herî kêm milyarek dolar pêwîst e. Avakirina stasyoneke nû ya elektrîkê ya bi kapasîteya 1000 megawattî, niha dibe ku zêdetirî du milyar dolaran bixwaze.
Ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne welatekî serbixwe ye, nikare ji bazara sermayeyê ya navneteweyî, yan jî ji navendên darayî yên navneteweyî yên wekî Banka Cîhanê deyn bike. Ango ew dê van pereyan ji ku peyda bike ji bo nûjenkirin û vejandina binesaziya ku şertê pêşketina aborî ye?
Eger Herêma Kurdistan hinek rêyên nû yên çareseriyê nebîne di çend salên pêş de ti geşbûna aborî ya berbiçav nabîne.
Asoya Aborî ya Îraqê
Li gorî navendên darayî yên mezin ên cîhanê, paşeroja aboriya Îraqê ne diyar û ne cihê baweriyê ye. Sedema wê gelekî hêsan e, ji sedî 90ê aboriya Îraqê bi dahata petrolê ve girêdayî ye. Wekî mînak, eger em li agahiyên herî nû yên firotina petrola Îraqê ya hezîrana îsal de binêrin, li gorî daxuyaniya wan bi xwe, dahat zêde bûye û bûye 6,7 milyar dolar lê mehane pêwîstiya Îraqê bi 6 milyar dolaran heye ji bo dabînkirina mûçeyan.
Ev di rewşekê de ye ku nirxê petrola Brent ji asta niha ya nêzîkî 68 dolaran danekeve. Eger ji vê astê zêdetir dakeve (piraniya navendan pêşbînî dikin ku dê zêdetir dakeve nêzîkî 60 dolarî), wê demê hikûmeta İraqê jî nikare mûçeyê mûçexwarên xwe dabîn bike. Yekane çareya wê demê, destdirêjkirina li ser rezerva Banka Navendî ya Îraqê ye ku nêzîkî 100 milyar dolarî ye.
Lê heta kengî dikare ji rezerva Banka Navendî ya Îraqê sûdê wergire? Di rastiyê de, li gorî rapora dawî ya Fona Diravan a Navneteweyî ku serê vê mehê hat belavkirin, bi wê rezerva 100 milyar dolarî, eger dahata petrolê ya Îraqê kêm bibe, ew tenê dikare xerciyên xwe yên ji bo îthalata kelûpelan ji bo 11 mehan dabîn bike. Ji ber vê yekê Fona Diravan a Navneteweyî li ser paşeroja Îraqê hişyariyê dide.
Pêşniyar û Rêyên Çareseriyê
Heya ku Herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê be zehmet e ku bi wê siyaseta aborî ya ku hikûmeta federal pêk tîne ji aliyê aborî ve pêş bikeve. Ji ber vê yekê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dîtina hinek rêyên çareseriyê yên jîrane bifikire.
Eger paşerojê ji tevahiya dahata petrolê (ku dikeve destê SOMOyê) û dahata navxweyî, tenê nîvê dahata navxweyî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegere, wê demê ji bo bipêşxistina aboriyê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavkaniyên din bibîne.
Zêdekirina dahata navxweyî ya bi rêya sepandin û bilindkirina bacên gumrikê li deriyan, çareseriyeke baş nîne, ji ber ku di dawiyê de nîvê wê ji bo hikûmeta federal diçe û zêdekirin jî sînordar e. Eger Herêma Kurdistanê bixwaze dahata navxweyî bi rêya bilindkirina gelek cureyên bacên gumrikê zêde bike, dê zerereke mezin li hesta bikaranînê (ango lawazkirina bazarê), li hesta veberhênanê û li tevgera bazirganiyê bide ku dê rewşa aboriyê ber bi sistbûnê ve bibe.
Berevajî vê, pêwîst e cureyên bacên li ser welatî, kompanya û bazirganan bên kêmkirin da ku ew karibin geş bibin.
Dibe ku yekane rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bilindkirina tevahiya berhema navxweyî ew be ku sektora taybet bi awayekî wisa geş bike ku ew karibin sermayeya welat zêde bikin û bêrîka welatiyan mezin bikin. Wekî din, ti bijardeya din a berbiçav li ber destê wê nîne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare sindoqeke serweriyê yan veberhênanê ava bike û destê Îraqê jê dûr bixe. Dikare salane yan mehane bi terxankirina beşeke biçûk ji dahata navxweyî, wê sindoqê bi rêya veberhênanên jîrane di kompanyayên sektora taybet de hêdî hêdî mezin bike. Ev jî çi bi kirîna pişkên kompanyayeke navxweyî be, çi jî yên navneteweyî.
Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşniyarkirina yasa û rêzikên nû yên ku parlamento pesend bike, reqabeteke dadwerane û wekhev ji bo geşbûna kompanya û bazirganiyan biafirîne, bi awayekî ku alîkariya wan bike da ku ew kompanya bibin kompanyayên mezin ên herêmî û heta navneteweyî jî, wê demê dê veguhertineke mezin çêbibe.
Hikûmet dikare bi rêya hêsankirinê yan kirîna beşek ji pişkên wan kompanyayan, dahata xwe zêde bike. Merc nîne ku kirîna beşek ji pişkên kompanyayan pereyekî zêde bixwaze. Hinek ji kompanyayan dahênanên teknolojîk û jîrane ne ku paşerojeke wan a geş heye. Dibe ku kirîna beşek ji pişkên kompanyayên mezin bi rêya dayîna lîsansa projeyekê yan hêsankariyeke din pêk were.
Bi dehan kompanyayên li Herêma Kurdistanê xwedî wê potansiyelê ne ku bibin kompanyayên herêmî û navneteweyî. Kompanyayên di warê ragihandinê de yên wekî Asyacell û Korek Telekomê, kompanyayên pîşesaziya giran, wekî parzûngeh û çîmento û hesin li Herêma Kurdistanê xwedî wê şiyanê ne.
Dibe ku ji bo geşbûn û zêdebûna sermayeya wan kompanyayan û kompanyayên din ên ku dê di paşerojê de ava bibin, pêwîst be ku careke din li ser Borsaya Herêma Kurdistanê were fikirandin û ew bibe bazareke azad û zelal a sermayeyê ku welatî, bazirgan û kompanya karibin tê de dan û standinê bikin û bi wê rêyê beşdarî mezinbûna sermaye û dewlemendiya welat bibin.
Hinek start-upên Kurdî yên li Herêma Kurdistanê di çend salên borî de ew qasî baş ji aliyê ciwanan ve tên birêvebirin ku şiyana rikeberiya wan bi yên biyanî re heye. Wekî mînak, kompanyayeke teknolojiyê ya radestkirinê (delivery) ku dibe ku çend sed hezar dolar lêçûna avakirina wê bûbe niha ew qasî mezin bûye ku bihayê wê bi dehan milyon dolaran zêde bûye.
Ne dûr e ku kompanyayeke mezin a wekî Uber an Amazonê were Herêma Kurdistanê û bi sed milyon dolaran wan start-upan bikire. Dahênan sînoran nas nake, kî dibêje em nikarin platformekê yan berhemeke teknolojîk an kompanyayekê ava bikin ku karibe wekî platforma YouTubeyê bibe çavkaniyeke bêhempa ya dahatê ji bo sektora taybet û ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî? Eger ev yek çêbibe, dibe ku paşerojê ew qas pêwîstî bi wê yekê namîne ku em li benda Bexdayê bimînin ka dê kengî mûçeyan bişîne û kengê bi kêfa xwe bi mûçe û budceya Herêma Kurdistanê bilîze.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse