Kurd li Lozanê

30-04-2025
Necat Zanyar
Nîşan Kurd Lozan Maf Kurdistan
A+ A-

Sed sal berê dema derfet hat ber derî, hemî mîrektiyên Kurd hatibûn rûxandin, arîstokrasiya Kurd bi bal Stenbol û deverên dûr ên di bin kontrolê de hatibûn sirgûnkirin, eşîrên Kurd bi rêyên wek “alayên Hemîdiye” bi merkeza Tirkan ve hatibûn girêdan û nakokiya dîn û netewebûnê gihabû asteke dijwar. Lewma Kurd ne amadeyî rûxîna Osmaniyan û pergala piştî şerê cîhanê bûn.

Dîsa jî siyasayeke Kurd hebû, tevgera modernîst û ronakbûna Kurdan xurt bû. Her du aliyan jî dewletbûna Kurdistanê diparast û di dan û sitendinên dîplomasiyê de ev daxwaza xwe bi zelalî diyar dikirin.

Lê kêşeyên Kurdan tenê ne yên navxweyî û herêmî bûn. Li aliyekî Ermenî, li aliyekî Trakya û Yûnan, li aliyê din dewletbûna Ereban. Ermeniyan doza welatê Kurdan dikir û hê di Sevrê de bûn sedemê paşxistina Kurdan. Nûnerê Kurdan Şerîf Paşa daxwazên Ermeniyan wek daxwazên emperyalî bi nav kirin û ji Konferansa Parisê vekişiya.

Li aliyê din piştî Kongreya Sêwazê, di sala 1919an de, Mistefa Kemal li ser navê heyeta nûneran Refet Bele şand cem komiserê Frensî George Pîcot û di miqabilê Tirk bi welatên Ereban re têkildar nebin, soza têkildarnebûna doza Kurdî sitend. Pîcot yek ji mîmarên peymana Sykes-Pîcot bû. Petrola Erebistanê bêtir bala hêzên navneteweyî dikişand. Her wiha dûrî merkeza Tirkan bûn û kontrolkirina wan ji Kurdistanê hêsantir bû.

Li aliyekî din ji bo destê Tirkan ji Balkanê bibirin, nûnerê Brîtanya Lord Curzon kêmneteweyîtî ne li gor neteweyê, li gor dîn şirovê kir û di mijara Kurdî de vê yekê destê Tirkan xurt kir. Ev yek herî zêde bi kêrî Yûnaniyan hat.

Di vê pêvajoyê de, Konferansa Aştiyê ya Lozanê di navbera 11.11.1922 û 24.07.1923yê de pêk hat. Tirk bi heyeteke di serokatiya Îsmet Înonu de tevlî konferansê bûn û ji bo serxwebûnê xebat meşandin. Heyeta Tirkan tevlî 3 delegeyan (Îsmet Înonu, Riza Nur, Hasan Saka) ji 41 kesan pêk dihat.

Di encamê de peyman ji aliyê nûnerên Brîtanya, Fransa, Îtalya, Tirkiye, Japonya, Yûnanistan, Romanya, Bulxaristan, Portugal, Belçîka û Yugoslavyayê ve hat îmzekirin. Kurd tune bûn. Kurd bi lihevhatineke navneteweyî hatin tunekirin.

Lê ev peymana bêyom bi ser neket. Kurd di qirika Tirk û Ereb û Farisan de man. Nehatin daqurtandin, neheliyan. Di sedsala bîstî de, rastî komkûjî û êrişên bêjimar hatin. Jenosîdeke bênav li ser Kurdan hat meşandin. Kurdistan bû navenda mêtîngehiyeke nenas. Lê Kurdan wek çiyayan li ber xwe da û man.

Pêwîst e siyasa û rewşenbîriya Kurd bi hûrgilî li ser rewşa me Kurdan û Peymana Lozanê bihizire û rêyên nû veke.

Balkêş e ku delegasyonê Tirk ê li Lozanê Riza Nur dibêje: “Bingeha Kurdistanê li Lozanê hat avêtin.”

Çawa?

Li gor Riza Nur, li Lozanê Tirkan dest ji Mûsilê kişand û derî ji dewletbûna Kurdistanê re vekirî hiştin. Îro nîvdewletbûna başûrê Kurdistanê nîşaneya vê ye. Her wiha Kurd, bi hêz û hebûna li başûr, dikarin kirasê bindestiyê bidirînin.

Çend madeyên peymana Lozanê jî rê li ber hinek daxwazên Kurdan vedikin. Yek ji wan, maddeya 38an e. Parastina netewe, ziman û cudahiyan destnîşan dike. Dewleta Tirk ev made bin pê kiriye.

Maddeya 39an mafê parastina bi zimanên ji bilî Tirkî ye. Ev maf jî heta van salên dawî hatiye binpêkirin.

Maddeya 41ê li dibistanan perwerdeya zimanên din li ser dewleta Tirk ferz dike. Ev made rasterast ji bo perwerdeya Kurdî, bingeha hiqûqî datîne.

Lê belê mixabinî ye ku heta niha li Bakurê Kurdistanê siyasetmedar, tevgerên siyasî û hiqûqnasên Kurd li dû van maddeyan neçûne û li Mehkemeya Anayasayê û AÎHMê (European Court of Human Rights - ECHR) doz venekirine.

Ger em nikarin Lozanê bi tevahî ji holê rakin lê çima em bîr nabin bi Lozanê, binê dagirkeriya Tirk bikolin û zordestiya dewleta Tirk a li ser Kurdan û Kurdistanê bi paş bixin?

Bê guman Lozan di dîroka Kurdistanê de girêkek e û divê vebe. Vebûna vê girêkê bi mafê çarenûsê, dikare rêya azadiyê li ber Kurdan veke.

Me li kur winda kiribe, divê em li wir lê bigerin. Em ji kur ve ketibin bîrê, dikarin ji wir ve jê derkevin.

Kurd hê li Lozanê ne.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst