Li Rojavayê Kurdistanê bergiriyên vîrûsa Koronayê hatine standin

04-02-2020
RÛDAW
Di nav xelkê Rojavayê Kurdistanê de tirsa nexweşiya vîrûsa Koronayê belav bûye
Di nav xelkê Rojavayê Kurdistanê de tirsa nexweşiya vîrûsa Koronayê belav bûye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji xema belavbûna vîrûsa Korona bi tirs in û bangê li aliyên peywendîdar dikin, ku tedbîran werbigre, da ku ew nexweşî derbasî Rojavayê Kurdistanê nebe.

Hêdî hêdî tirs û xofa bêdeng di nav xelkê rojavayê Kurdistanê çêdibe,  tirsa xelkê ew e ku piştî şer û bihabûnê, nexweşiya Korona jî bigihêje deverê.

Xwendekar Zevîn Yasir dibêje: “Bi rastî em gelek ditirsin ev nexweşî were vê derê jî. Em 50 xwendekarên niha li yek pole ne û eger ew nexweşiyê yek kesê jî bigire dê bigire me hemûyan.”

Heta niha li ser erdê çi bihane ji tirsê re tine ye, lê her xelk biguman in, û dixwazin aliyên pêwendîdar, rê li ber hatin û sedemên vê nexweşiyê bigirin.

Karker Mehmûd Sekvan jî da zanîn ku di nav xelkê tirsa belavbûna vîrûsa Koronayê çêbûye û kes sedema wê jî nizane, lewma divê herkes ji xwe agahdar be.

Di demekê de ku Netewên Yekgirtî şandina pêdiviyên tenduristî li ser Rojhilatê Ferat li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê qut kirin, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser hewl dide, bi karînên sînordar rêkarên herî pêwist, li dijî derbasbûna Korona pêk bîne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê li Kantona Cizîrê Dr.Menal Muhemed jî got: “Ti bûyerên vîrûsa Koronayê li herêma me nehatiye tomarkirin, lê dîsa jî amadekariyên me ji bo wê nexweşiyê hene. Em dê tîmên tendirustiyê bo hemû deriyên sînorî bişînin. Kesên guman li ser hebin em dê bixin bin çavdêriyê.”

Rêxistina tenduristiyê  ya cîhanî di rapora xwe ya dawî de belav kir ku heta niha nexweşiya Korona li Çîn û 26 welatên din jî  hatiye dîtin, û bêhtirî 17 hezar û 300 kesî bi êşa Korona ketiye,  ji wan 421 nexweşan canê xwe ji dest daye, ku di encamê de ji bo bergiriya belavbûna Korona rewşa awarte ya cîhanî hate ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst