Hewlêr (Rûdaw) - Vexwarinên gazî ku hezkirina beşek zêde ji xelkê bi taybetî zarokan li ser heye, gelek lêkolîn derbarê ziyanên wan vexwarinên gazî de hatine kirin, ku hemû ew lêkolîn jî wê yekê nîşan didin, ew cure vexwarin rêjeyeke zêde ya şekir û sodayê tê de heye û metirsiyê li ser laş çê dikin
Vexwarinên gazî dibin sedema van giriftan:
Kêmbûna vîtamînan
Kêmbûna vîtamînan, asîda fosforîk û kafeîn heye ku rêjeya mîzê zêde dikin, ji ber wê yekê piştî demekê ji vexwarineke gazî, beden kanza û vîtamînên girîng ji dest dide. Hatiye selimandin (îsbatkirin) ku çiqas zêde ew vexwarinên gazî bên bikaranîn rêjeyeke zêdetir a vîtamînên girîng ji dest diçin.
Werîna didanan
Zêdebûna radeya asîdê û şekir di nav vexwarinên gazî de ziyanê digihînin didanan û dibe sedema werîn û çêbûna derzan di navbera didanan de. Ji ber hindê, ji bo dûrbûn ji giriftên didanan divê mirov ji vexwarinên gazî jî dûr bimîne.
Stres
Butlek ji vexwarinên gazî, bes e bo ku karîgeriyê li ser kalîteya xewê çê bike ku derencam jî kêmxewî ye. Di heman demê de dibe sedema hestkirin bi stresê, ev jî ji ber wê kafeîna ku tê de heye karîgeriya wê bi qasî vexwarina fîncaneke qehwê ye.
Girêdayîbûn
Piraniya wan kesên ku ji vexwarinên gazî hez dikin, rojane li gel her danekî xwarinê divê vexwin. Ev jî, ji ber ku li gor wan, eger dawî li wan cure vexwarinan bînin tûşî serêşî, stres, bêhêzî û xemokiyê dibin.
Pîrbûna çerm
Vexwarinên gazî heman karîgeriya cigareyê heye li ser çerm. Ev yek jî ji ber ku sedem e bo werimîn, hişkbûn û qermiçîna çerm ku ev tişt jî çerm pîrtir nîşan didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse