Hewlêr (Rûdaw) - Li Çînê jinek 22 salan bi perçeyekî termometreyê yê şikestî yê di hestiyê qûna (kemax) xwe de jiya.
Ev rastiya ecêb, piştî ku jin di qezayeke bisîkletê de birîndar bû û pişt re hat miayenekirin derket holê.
Di dema dibistana seretayî de di encama qezayekê de, perçeyekî camê yê bi qasî 2 santîmetreyan di hestiyê qûna wê de asê mabû.
Wê demê di miayenayan de hatibû fikirîn ku perçe hatiye derxistin lê ji ber ku cam şefaf e di rontgenan de nehatibû dîtin.
Li pişt pelvîsê asê mabû
Ew tiştê biyanî ku bi salan ti nîşan nedabû, piştî qezaya bisîkletê di skanasyona BT ya 3D de bi tesadufî hat dîtin.
Di dîmenan de, bi awayekî eşkere dihat dîtin ku perçeyê termometreyê yê şikestî li pişt pelvîsa wê asê mabû.
"Nebûna cîvayê şansekî mezin e"
Pisporan teqez kir ku nebûna cîvayê ya di nav perçeyê de şansekî mezin bû.
Li gorî pisporan, heke cîva birijiya dibû ku jehrîbûneke giran û rîskên jiyanî çêbibûna.
Perçeyê camê yê ku piştî 22 salan hat dîtin, bi emeliyateke serkeftî hat derxistin û hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya nexweşê baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse