Hewlêr (Rûdaw) - Eger hûn piştî meşa li parkekê yan jî pêgermoka li daristanekê xwe rihettir hîs dikin, ev ne encama xeyala we, ya biyolojiya we ye.
Mayîna li derve di laşê we de ji kêmkirina asta hormonên stresê bigire heta bi daxistina tansiyona xwînê û heta baştirkirina tenduristiya rovîkan dibe sedema guherînên ku tên pîvandin.
Ji bo ku hûn van feydeyan hîs bikin, ne hewce ye ku hûn bi saetan bimeşin, bandora herî zêde tenê di 20 xulekan de derdikeve holê.
Ji ber vê yekê, hefteyê çend caran meşa li parkê ya di navbera navrojê de yan jî xwarina navroja xwe ya li ser rûniştekekê jî dikare ji laş û hişê we re sûdmend be.
Li vir 4 feydeyên mayîna li xwezayê hene ku dikarin alîkariya baştirkirina tenduristiya we bikin:
1. Hûn bêyî ku pê bihesin rihet dibin
Dema ku hûn darên kesk dibînin, bêhna çamê dikin, dengê şirîniya pelan yan jî cîvîniya çûkan dibihîzin, sîstema we ya demarî ya otonom ku tora demarî ya ku pêvajoyên nezanistî kontrol dike ye, yekser bertekê nîşan dide.
Ev yek heta dema ku hûn diçin parkeke nêzîk jî çêdibe.
Profesora biyocuredariyê ya Zanîngeha Oxfordê Barones Kathy Willisê ji BBCyê re ragihand:
"Em di laş de guherînên wekî kêmbûna tansiyona xwînê, baştirbûna guherîna rêjeya dil û hêdîbûna lêdana dil dibînin ku ev hemû bi rihetiya fîzyolojîk ve girêdayî ne."
Lêkolîneke ku li Îngilistanê bi beşdariya nêzîkî 20 hezar kesî hat kirin, derxist holê ku îhtimala ku kesên hefteyê herî kêm 120 deqeyan li qadên kesk derbas dikin, tenduristtir û xwedî rewşeke derûnî ya bilindtir bin, bi awayekî berbiçav zêdetir e.
Delîlên li ser feydeyên derbaskirina demê ya li xwezayê ew qasî xurt in ku li hinek herêman rêbazeke bi navê "reçeteya civakî ya kesk" tê ceribandin.
Ev rêbaz dihêle ku mirov ji bo baştirkirina tenduristiya xwe ya laşî û derûnî bi xwezayê re têkiliyê deynin.
2. Hormon dikevin tevgerê
Dema ku hûn li xwezayê ne, sîstema hormonal a laşê we jî rihet dibe.
Willis dibêje ku derbaskirina demê ya li derve sîstema meya endokrînê çalak dike û asta hormonên kortîzol û adrenalînê yên ku dema hûn stres an fikarê dikişînin derdikevin kêm dike.
Willisê her wiha got, "Di xwîna kesên ku sê rojan li odeyeke otêlê man û rûnê Hînokiyê bêhn kirin de, kêmbûneke mezin di hormona adrenalînê de û zêdebûneke mezin di şaneyên kujer ên xwezayî de hat dîtin."
Şaneyên kujer ên xwezayî navê wan şaneyan e ku li dijî vîrusên di laş de şer dikin.
Hat destnîşankirin ku hejmara şaneyên kujer ên xwezayî di laşê beşdaran de, du hefte piştî bêhnkirina rûn jî bilind bûye.
Prof. Ming Kuoyê ji Zanîngeha Illinois Urbana-Champaignê ji BBCyê re got: "Xweza tiştê ku divê bê rihetkirin rihet dike û tiştê ku divê bê xurtkirin xurt dike.
Betlaneyeke sê rojî ya li xwezayê bandoreke mezin li ser mekanîzmaya me ya têkoşîna li dijî vîrusan dike.
Ev mekanîzma mehekê bi şûn de jî ji sedî 24 li ser asta bingehîn dimîne."
Her wiha lêkolîn nîşan didin ku demên kurttir ên ku li xwezayê tên derbaskirin jî bandorên piçûktir lê mayînde çêdikin.
3. Hêza bêhna xwezayê
Bêhna xwezayê, herî kêm bi qasî dîmen û dengê wê xurt e.
Bêhna dar û axê bi pêkhateyên organîk ên ku ji aliyê riwekan ve tên derxistin tije ye û dema ku hûn wan bêhn dikin, hinek molekul derbasî gera xwînê dibin.
Willis dibêje ku çam ji bo vê mînakeke baş e û bêhna daristana çamê dikare di nav 90 çirkeyan de we rihet bike û ev bandor nêzîkî 10 deqeyan didome.
4. Bakteriyên baş derbasî roviyên we dibin
Xweza hişê we rihet dike û ji ber ku ax û riwek bi bakteriyên baş tije ne, alîkariya xurtkirina mîkrobiyoma we jî dike.
Xwezayê bînin mala xwe
Bê guman her kes nikare her dema ku bixwaze biçe daristanê lê mizgînî ev e ku hûn ne mecbûr in.
Willis dibêje ku heta destdanên biçûk ên li ser xwezayê yên li malê jî dikarin ferqê çêbikin.
Li gorî lêkolînan, kulîlkên wekî gulên spî an zer ji aliyê dîtbarî ve herî zêde bandora rihetkirinê li ser çalakiya mêjî çêdikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse