Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê dayikekê ji bo fêrkirina zarokê xwe yê otîstîk rêbazeke nû peyda kir.
Suham Yasîn dayika zarokekî bi otîzmê ye û pirtûkek nivîsandiye ku taybet e ji bo fêrkirina zarokên bi otîzm.
Suham Yasînê diyar kir ku ew zarokên otîstîk in dikarin sûdê ji wê pirtûkê wergirin û got:
"Min di pirtûkê de bêhtir wêne bi kar anîne çimkî zarokên otîstîk li ser şêwaza wêneyan bêhtir fêrî nivîsandin û xwendinê dibin.
Şiyana wan a dîtinê ji şiyana wan a axaftinê xurttir e."
"Min ev pirtûk pêşkêşî hemû navendan kir"
Navê pirtûkê "Xwendin û Nivîsandin ji bo Kesên Taybet bi Şêwazeke Taybet" e.
Suham Yasînê ev pirtûk ji bo xwendin û fêrkirina zarokên otîstîk ji bo maweya salekê di du bergan de amade kiriye.
Ji ber ku zarokê wê otîstîk e wê ev pirtûk nivîsandiye û pêşkêşî hemû navendên otîzmê yên Herêma Kurdistanê kiriye.
"Pêdivî bi perwerdeya taybet heye"
Rahênerê zarokên bi otîzmê Berêz Ebdulla jî diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî berbelav ên di nav zarokan de pirsgirêka fêrbûna taybet e.
Berêz Ebdula destnîşan kir ku ew zarok wekî zarokên asayî bi sîstem û bernameya dibistanê fêr nabin û divê bi awayekî taybet kar bi wan re were kirin.
Rahênerê zarokên otîstîl got:
"Dema herî kêm ji bo ku zarok sûdê ji rahênanan bibîne 3 heta 6 meh in.
Di wê maweyê de mirov dikare guherînên sereke bibîne."
Li Herêma Kurdistanê 4 hezar zarokên otîstîk hene
Li Herêma Kurdistanê 58 navendên otîzmê hene ku 11 ji wan fermî ne.
Li gorî amarên nefermî yên Komeleya Otîzmê ya Herêma Kurdistanê, niha nêzîkî 4 hezar zarokên otîstîk hene û ev hejmar berdewam zêde dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse