Hay ji petatên sorkirî hebin

20-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Petatên bi zeytê têne sorkirin li hinek xwaringeh û pirraniya wan deverên ku xwarina bi lez li wan heye beşekî sereke ye. Ew hin caran ligel xwarinên din û hin caran jî bi tenê têne xwarin. Petatên sorkirî bi taybetî ligel mayonêz û ketçabê têne ecibandin.

Digel ku dîmena derve ya parçeyên petatan zêrîn derdikeve û balkêş e lê pêwist e aliyên neyînî yên petatê yên ku nayên dîtin jî werin zanîn:

1- Petate xwarineke siruştî ye lê sorkirin wê dike xwarineke bi dohn. Ger ev xwarin di nava dohnê wekî yê xurmê de were sorkirin, metirsiya ketina bi nexweşiyên dil zêde dibe.

2- Di nava 100 petate de tenê 90 kalorîn hene lê belê piştî sorkirina di nava dohn de ev pile digihe 300 kalorînan. Bi gotineke din, bi sorkirinê re hejmara kalorînên di nava petatê de sêqet dibe. 

3- Petata sorkirî di nava xwe de madeya bi navê acrylamid hildigire. Ev jî medeyeke kîmawî ya ku li gor hin lêkolînan penceşêrê pêk tîne.

4- Gellek xwaringeh heman zeytê çend caran ji bo sorkirina petateyan  bikartînin û ev yek jî metirsiya nesaxlemiyê bi xwe re diafirîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst