80 tûşbûyên Sorika Meymûnê li welatên rojava hatin tomarkirin

22-05-2022
RÛDAW
Heta niha 80 kes li 12 welatên rojava tûşî vê nexweşiyê bûne û 50 kesên din jî di jêr pişkînê de ne.
Heta niha 80 kes li 12 welatên rojava tûşî vê nexweşiyê bûne û 50 kesên din jî di jêr pişkînê de ne.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji nexweşiyên ku li welatên rojavayî belav dibin, nexweşiya “Sorika Meymûnê” ye. Ev nexweşî ne nû ye, lê niha belav dibe û heta niha 80 kes li 12 welatên rojava tûşî vê nexweşiyê bûne.

Nexweşiyeke kevn e, lê derketina wê nû ye; sorika meymûnê ev nexweşî ye, ku niha li beşek welatên rojava belav bûye. Ev nexweşî yekemcar di sala 1958an de li meymûnê hatiye dîtin.

Di sala 1970ê de yekem tûşbûyê mirov li Kongoya Demokratîk hat tomarkirin. Bi rêya têkiliyên rasterast  ligel ajel an jî kesî tûşbûyî mirov pê dikevin. Beşek pisporên tendirûstî jî dibêjin weke Coronayê metirsîdar nîne.

Derbarê vê nexweşiyê de bijîşkê Amerikî Dr. Daniel Bush dibêje: “Dibe ku hinek tûşbûyên din jî hebin, lê hezar tûşbûyî û di van hezar tûşbûyan de sorika meymûnê dernakeve. Ev tiştekî wiha nîne ku giştî xelk nîgeran bin. Divê rê li belavbûna wê bê girtin, lê ev wek korona nîne.”

Dema tûşbûna vê nexweşiyê li gor tendirûstiya cîhanî 5 heta 21 roj e. Nîşaneyên wê ta, serêşa tûnd, îltihaba lenfan ku beşek sîstema berevaniya laş pêk tînin, êşa pişt û parxone û westandine. Ev nîşane di 5 rojên yekem ên nexweşiyê de li ser kesê tûşbûyî diyar dibin.

Li gor berpirsên tendirûstî yên rojava beşekî vê vîrûsê di nav mêrên hewregezîxwaz de belav bûye. Tendirûstiya Ispanya dibêje 30 tûşbû tomarkirine ku piraniya wan hewregezîxwaz in. Di heman demê de li Brîtanyayê jî 20 tûşbû tomarkirine ku tenê ji wan 4 kes hewregezîxwaz in.

Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Stephen Kassemker jî got: “Vîrûsa sorika meymûnê dikare di nav mirovan de veguhezîne. Zêdetir ev vîrûs bi rêya peywendiya nêzîk a wek cinsî tê veguhestin. Lê  veguhestina bê têkîliyê kêmtir e."

Tendirûstiya cîhanî dibêje vaksîna sorikê bi rêjeya %85 li ser vîrûsê bi bandor e. Heta niha 80 kes li 12 welatên rojava tûşî vê nexweşiyê bûn û 50 kesên din jî di jêr pişkînê de ne. Li gor Tendirûstiya cîhanî rêjeya canjidestanê ji ber vê nexweşiyê ji %3 heta ji %6an e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst