Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Rêveberiya Odeya Pizîşkan a Stenbolê Saffet Ercan ragihand ku li navendên tendirustiyê gelek derzî peyda nabin û ev bo tendirustiya civakê risk e.
Endamê Rêveberiya Odeya Pizîşkan a Stenbolê Saffet Ercan derbarê pirsgirêka nebûna derziyan de li navendên tendirustiyê ji medya Tirkiyê re axivî.
Ercan got: “Ji meha Mijdara sala par de pirsgirêka derziyan heye. Derziyên bingehîn ên zarokan peyda nabin. Bo rêveberiyên tendirustiyê yên navçeyan hejmareke sînordar a derziyên êşa zirav, zerik, tetanos û falincê tên şandin. Derziyên ku bo rêveberiya tendirustiyê yên navçeyan tên şandin bo yekem navendên ku daxwaz dikin tê dayîn, lê yên dereng dimînin nikarin werbigrin.”
Ercan diyar kir ku aalnameyeke derziyan a pitikan heye û derziya zerikê li pitikên ku nû ji dayîk dibin tê dayîn û wiha pê de çû: “Piştre pitik bo mal tê şandin û ji bo derziyên din jî pitik bo navendên tendirustiyê tên birin. Lê di destê me de zanyarî hene, hinek pitik bêyî derzî li wan bê dayîn bo mal têne vegerandin. Ji 13 derziyên ku di salnameya derziya neteweyî de hene 4 jê nînin. Ev ji bo tendirustiya pitikan û di heman demê de bo tendirustiya civakê rîsk e. Di nav zarokan de nexweşî belav dibe.”
Seroka Giştî ya Sendîkayên Hemû Dermanxaneyan Nurten Saydan jî ragihand ku Dadgeha Bilind li ser serlêdana wan biryara Saziya Ewlehiya Civakî ya rawestandina dayîna pereyên 34 dermanan betal kiriye û dê dubare ew derman bo welatiyan bên dayîn.
Saydan got: “Welatiyan sal û nîvek e dermanên wek jelên êşbir ên romatîzmayê, jelên pidiyan û jelên diranê zarokan û spreyên dev û qirikê bi pereyên xwe dikirîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse