Serokê Vansporê banga alîkariyê kir

04-08-2025
RÛDAW
Nîşan Vanspor Erol Temel Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Vansporê Erol Temel ji bo alîkariyê bangî xelkê Wanê, karsaz û şaredariyan kir.

Erol Temel îro li Stenbolê beşdarî Festîvala 2emîn a Zozanan a Waniyan a Kevneşopî bû ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Wanê ya Anadoluya Stenbolê ve hatibû organîzekirin.

Erel Temel ragihand ku derketina Vansporê ya Lîga 1emîn piştî 25 salan ji bo wan şanazî ye.

“Şaredariyên Wanê alîkariya me nekiriye”

Temel rexne li şaredariyên Wanê û karsazên Wanî girtin û got:

“Li Wanê 13 şaredariyên navçeyan hene û heta îro bi ti awayî alîkariya me nekirine.

Ez bangî şaredariyên navçeyan dikim, qet nebe xerciyên me yên cihê manê bidin.”

Temel dibêje barê wan giran e û ji welatî û karsazan Wanê daxwaza alîkariyê kir.

Serokê Vansporê her wiha got:

“Ez ji vê derê bang li hemû karsazan dikim, ev tîma we ye. Ev ciwan ê wê ne, paşeroja  we ye.

Eger em li ciwan, nifş, çand û bajarê xwe xwedî dernekevin em dê her wextekî wenda bikin.

Ez ji we tîka dikim, em li tîma xwe û ciwanên xwe xwedî derkevin.

Em ji bo komkirina bi hezaran ciwanan li cem hev bi şev û roj dixebitin. Cara yekemîn e, me Vanspor derxiste Lîga Yekemîn.

Niha stadyum, tesîs û jêrxana Vansporê nîne. Ev hemû kêmasiyên me ne.

Dema em hatin ser tîmê, bi zehmetî 15-20 ciwan dihatin ba hev û tîm di bin deynan de mabû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst