Sumeye bi SMAyê ketiye: Ji bo bijî tenê 90 rojên wê mane

20-09-2023
Rawîn Stêrk
Sumeye bi SMAyê ketiye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Sumeye bi SMAyê ketiye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan SMA Sumeye Alîkarî Kampanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sumeye bi nexweşiya SMAyê ye û ji bo bijî tenê 90 rojên wê mane.

Malbata Sumeyeyê bi rêya Rûdawê banga alîkariyê kir.

Malbatê diyar kir ku bijîşk ji wan re gotiye, “Masûlkeyên Sumeyeyê dihelin û pêvajoya krîtîk dest pê kiriye.”

Dema Sumeye 6 mehî ye nexweşiya wê tê teşxîskirin û ji wê demê ve bi SMAyê re têdikoşe.

Di heman demê de ji ber sedema skolyozumê (xwehrbûna mejîpiştê) kezeba wê ya çepê pûç bûye.

Ji bo Sumeye bijî pêdivî bi tedawiya Zolgenmsayê ya genan heye.

Kampanya hatiye destpêkirin

Li aliyê din, kampanyaya ku malbata Sumeyeyê û xwebexşan bi destûra Parêzgariya Amedê daye destpêkirin gihişt meha xwe ya 40emîn.

Di çarçoveya vê kampanyayê de heya niha ji sedî 78ê alîkariya pêwîst hatiye komkirin.

Dê û bavê Sumeyeyê, Îbrahîm û Fîdan Kurtaliş berê li gundê Qerejdaxê bi karê çandiniyê re mijûl dibûn.

Ji ber ku Qerejdax ji bo dermankirina Sumeyeyê ne guncav bû malbata wê li Stenbolê bi cih bû.

Malbata Sumeyeyê û xwebexş bi rêya standên ku li kolanan danîne hewl didin pereyên pêwîst peyda bikin.

“Zaroka min êşê dikişîne”

Dêya Sumeyeyê, Fîdan Kurtaliş bi Rûdawê re axivî:

“Tenê hêviyeke me heye, ew jî tedawiya Zolgenmsayê ya genan e. Ev tedawî jî tenê ji derveyî welat pêkan e.

Sumeye nan naxwe, venaxwe û bi rehetî rûnane. Sumeye êdî fêm dike ku nexweşiya wê heye û êşê dikişîne. Girêdayî 8 cîhazan dijî. Ez rojê 4-5 caran cilên wê diguherim.

Sumeyeyê zarokatiya xwe nedît. Ji bo zaroka min bijî ez ji we û hemû xêrxwazan alîkariyê dixwazim. Ji ber Sumeyeyê em nikarin bi zarokên xwe yên din re jî eleqeder bibin.”

“Zaroka me li ber çavên me dihele”

Bavê Sumeye Îbrahîm Kurtaliş jî wiha got:

“Ji bo keça min pêvajoya krîtîk dest pê kiriye. Em naxwazin ti zarok êşê bikişînin. Me tunebûn û zehmetî jî dît.

Zaroka me li ber çavên me dihele. Çiqasî zu tedawî bibe, ewqasî baş e. Roj bi roj hestiyên wê dihelin. Ji ber vê yekê em alikariyê dixwazin.”

Ji bo Sumeye bijî 90 rojên wê mane û pêwîst e Sumeye di pêvajoya tedawiyê de qelew nebe û bi ser 13 kîloyan nekeve. 

Ji bo kampanyayê ji Parêzgariyê destûr hatiye xwestin û kesên dixawazin alîkariyê bikin dikarin peyaman an pereyan bişînin.

Hesabê ku li Banka Zîraatê ya Tirkiyeyê li ser navê Fîdan Kurtalişê ji bo alîkariye hatiye vekirin ev e: “TR33 0001 0016 2274 9881 8950 03”

Yen ku dixazin dikarin bi rêya SMSê “Sümeyye” binvîsin û bişînin hejmara 9802an.

Beramberê her peyameke ji bo alîkariyê 10 lîre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst