Kadroya Amedsporê nû bû: 10 lîstikvan hatin, 6 lîstikvan çûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Lîstikvan Futbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku di Lîga Yekemîn a TFFyê de li ser kursiya lîderiyê rûniştiye, ji bo armanca şampiyoniyê di heyama transferan a navîn de gelekî çalak bû.

Amedsporê bi gavên ku avêtin hem kalîteya tîmê bilind kir hem jî tîma xwe ciwan kir.

Amedsporê di heyama transferan a navîn de 10 navên nû li kadroya xwe zêde kirin û rêya xwe û 6 lîstikvanan jî veqetand.

Tîma Amedê heyama transferan bi stoper Tarkan Serbestê ji Kocaelîsporê dest pê kir.

Pişt re lîstikvanê golker ê Bolusporê Florent Hasanî xist nav tîma xwe.

Piştî emeliyata golparêz Veysel Sapan, Amedsporê golparêzê Vansporê Ebdulsamed Damlu transfer kir.

Amedsporê pişt re bi dorê bi stoperê 25 salî Oleksandr Syrota, Zdravko Dimitrov, Atakan Mujde, Cem Ustundag, Dilhan Demîr û Oguzhan Matur re peyman îmze kirin.

Bi van transferan navîniya temenê lîstikvanên Amedsporê bû 26,1.

Kîjan lîstikvan ji tîmê veqetiyan?

Li hêla din Amedsporê rêya xwe û gelek lîstikvanan veqetand.

Aytaç Karayê ku destpêka sezonê hatibû transferkirin ji tîmê veqetiya û bi Sariyerê re li hev kir.

Amedsporê bi lîstikvanê 36 salî Cheikhou Kouyate re jî di heyama navîn de bi awayekî dualî peymana xwe betal kir.

Her wiha lîstikvanên baskê çepê Fernando Andrade û Andre Poko jî ji tîmê çûn.

Fernando Andrade piştî veqetînê bi Erzurumsporê re peyman îmze kir.

Veysel Sapan û Yunus Tarhan navên din bûn ku ji tîmê veqetiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst