PSG çû fînalê lê qeraseyan vê carê xweş nekir

5 demjimêr berê
Nîşan PSG Bayern Munih Lîga Şampiyonan Nîvfînal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Paris Saint-Germain (PSG) bi Bayern Munihê re 1-1 wekhev ma û bi avantaja maça yekem derbasî fînalê bû.

PSG di maça yekem a li Fransayê de 5-4 bi ser ketibû û bi saya serê vê encamê derbasî fînalê bû dê bi Arsenalê re bilîze.

Maça li Almanyayê

Di maça rovanşê ya nîvfînalê de tîma Almanyayê Bayern Munihê li Stadyuma Allianz Arenayê mazûvaniya nûnera Fransayê PSGyê kir.

PSG xuleka 3yan bi gola Ousmane Dembele 1-0 ket pêş, Khvicha Kvaratskhelia asîsta vê golê kir.

Tîma malxwê xuleka 90+4an bi gola Harry Kane wekhevî bi dest xist û maç bi vê skorê bi dawî bû.

Rekora Marquinhos

Li hêla din, lîstikvanê PSGyê Marquinhos di Lîga Şampiyonan de derket maça xwe ya 121an.

Marquinhos bi vê yekê rekora Roberto Carlos (120) şikand û bû lîstikvanê Brezîlyayî ku herî zêde di vê turnuvayê de lîstiye.

Dema fînalê

Maça fînalê ya Lîga Şampiyonan a di navbera Arsenal û PSGyê de dê 30ê Gulanê li Stadyuma Puskas Arenayê ya li Budapeşteya paytexta Macaristanê bê lîstin.

Qodemanan vê carê xweş nekir

Lîstika yekem a nîvfînalê ya di navbera her du tîman de gelekî bi kelecan derbas bûbû û bi rojan qala wê hatibû kirin.

Lê vê carê her du tîm jî bi ra û tevdîr bûn û ew xweşiya maça yekem nebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst