LÊKOLÎN - Çima di hewaya sar de rîska krîza dil zêde dibe?

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Harvardê Zekem Krîza Dil Serma Zivistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke li Amerîkayê nîşan dide ku di hewaya sar de demarên xwînê teng dibin, ev yek dibe sedema bilindbûna zexta xwînê û zêdebûna rîska krîza dil.

Loma pispor pêşniyar dikin ku welatî xwe baş bipêçin.

Lêkolîna ku ji aliyê Zanîngeha Harvardê ve hatiye kirin, amaje bi wê yekê dike ku dema laş hest bi sermayê dike, demarên xwînê yên nêzîkî çerm teng dibin da ku germahiya laş winda nebe.

Ev rewş dibe sedem ku dil ji bo pompekirina xwînê di nav demarên tengbûyî de zêdetir bixebite û bi vî awayî zext li ser dil çêdibe.

Sereperiştyarê lêkolînê yê li Zanîngeha Harvardê Dr. Wenli Ni got:

"Ji bo xweparastina ji vê metirsiyê divê cilên germ werin lixwekirin, her wiha dest, pê û ser baş werin nixumandin."

Nîşanên krîza dil û nexweşiyên zivistanê

Nîşanên krîza dil; êşa sîngê, tengbûna bêhnê (henase), êşa mil, pişt, stû an jî çeneyê ne.

Dema yek ji van nîşanan derket, divê di demeke herî zû de pêwendî bi tîmên hawarhatinê re were kirin.

Nexweşiyên berbelav ên demsala zivistanê:

  • Serma û Zekem (Influenza)
  • Îltihaba pişikan
  • Îltihaba qirikê
  • Sînuzît

Rêkarên xweparastinê yên di demsala zivistanê de:

  • Lixwekirina cilên guncav
  • Paqijî
  • Dûrketina ji qerebalixiyê
  • Wergirtina bêhnvedana pêwîst
  • Werziş
  • Vaksîna demsalî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst