Futbolîstê Îsraîlî hat berdan: ‘Ez ne alîgirê şer im!’

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sagiv Jehezkel Îsraîl Antalyaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê futbolê yê Antalyasporê yê Îsraîlî Sagiv Jehezkelê ku li ser paçika destê xwe “100emîn roja êrişa 7ê Çiriya Pêşînê” nivîsand û nîşan da hat desteserkirin.

Lîstikvanê futbolê yê Îsraîlî Sagiv Jehezkel piştî karûbarên yasayî bi biryara dadgehê hat berdan.

Lîstika Antalyaspor-Trabzonsporê ya di hefteya 20emîn a Lîga Super a Trendyolê ya ku doh hat lîstin, bi 1-1 bi dawî bû.

Lîstikvanê Îsraîlî Sagiv Jehezkel piştî ku gol avêt nivîsa li ser destê xwe “100 days... 7.10.” nîşan da.

Di nivîsa de behsa 100 rojên dawî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest bi êrişa xwe ya li ser Îsraîlê kiriye, dike.

Sagiv Jehezkel di îfadeya xwe de anî ziman:

“Min ew tevgera ji bo ku kesî provoke bikim, nekir. Ez ne kesekî alîgirê şer im û dawiya dawî li Xezeyê serbazên Îsraîlî yên ku dîl in jî hene.

Ez kesekî baweriya xwe bi wê yekê tînim ku divê ez pêvajoya 100 rojî bi dawî bibe. Ez dixwazim şer bi dawî bibe loma min ew nivîsa nîşan da. Ti eleqeya min bi siyasetê re nîne.”

Antalyasporê ragihand ku Sagiv Jehezkel bi biryara lijneya rêvebir ji kadroyê hat derxistin û dê peymana wî bê betalkirin.

Jehezkel bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve bi hinceta “teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê” hatibû desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst