Denîzê Kurd wekî bayê xezebê ye, vê carê malik li Bremenê viritand

Duh li 12:40
Nîşan Denîz Undav Stuttgart Werder Bremen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Denîzê Kurd îsal ji bo tîmên din wekî bayê xezebê ye û tofanê li serê tevan radike. Vê hefteyê jî Werder Bremen ji ber bahoza wî nefilitî.

Stuttgart û Werder Bremen di hefteya 14an a Bundesligayê de li Bremenê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Kurd Denîz Undav xuleka 23yan bi pasa Angelo Stiller golek kir lê gol ji ber ofsaytê nehat qebûlkirin.

Bilal El Khannouss xuleka 40î pas da Jamie Leweling û wî jî gog bi serê xwe şand torên Bremenê û tîma xwe 1-0 pêş xist.

Leweling beriya bêhnvedanê, xuleka 44an bi şûtekê ji dûr ve ferq derxist duduyan.

Lîstikvanê parastinê yê Werder Bremenê Karim Koulibaly xuleka 59an karta zer a duyem dît û bi karta sor ji lîstikê hat avêtin.

Tîma mêvan sûd ji kêmbûna hejmara lîstikvanên dijber wergirt û di dawiya maçê de du golên din kirin.

Denîz Undav xuleka 79an derket ser dikê û hêviyên Brmenê çikandin.

Chris Fuhrich jî xuleka 90+7an bi şûteke zelal skora maçê diyar kir.

Bi vê encamê Stuttgart bi 25 xalan derket rêza 6an, Werder Bremen jî di rêza 12an de ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst