Hewlêr (Rûdaw) - Di Lîga Futbolê ya Yekemîn a Skotlandê (Premiership) de sezona 2019-2020î hat ji ber metirsiyê belavbûna vîrusa koronayê hat bidawîkirin, tîma Celtîc a lîder wek şampiyon hat îlankirin.
Rêveberiya Lîga Fitbolê ya Profesyonel a Skotlandê (SPFL) ragihand ku, kulûbên Premiershipê li hev kirin ku lîg dê ji ber nexweşiya vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) berdewam neke.
Lijneya Rêvebiriyê ya SPFLê bi 12 kulûban re hevdîtin kir û biryar da. Li gor biryarê lîg dê li gor rewşa xalên heyî were bidawîkirin.
Li gor biryarê Celtîc bû şampiyon, tîma Heartsê jî dê ji komê bikeve.
Bi vê şampiyontiyê Celtîc cara 9emîn e ku li ser hev dibe şampiyon.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse