Mesûd Mîral xatir ji Dihokê xwest

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan Mesûd Mîral Tîma Dihokê Federasyona Futbolê ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rahênerê Tîma Dihokê Mesûd Mîral xatir ji Dihokê xwest û dev ji erkê xwe berda.

Mesûd Mîral ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û diyar kir ku her tişt bi dawî dibe û ew roj hatiye.

Rahênerê Tîma Dihokê di peyama xwe de behsa kêliya bidestxistina Kupaya Kendavê jî kir û got, “Ez wan kêliyan tî carî ji bîr nakim.”

Di maça Dihok û Al Talabayê ya Îraqê de hakem karta sor dabû Mesûd Mîral û alozî di navbera Mesûd Mîral û hakemê maçê de derketibû.

Her wiha herî dawî Federasyona Futbolê ya Îraqê jî doh şeş meh ceza dabû Mesûd Mîral.

Mesûd Mîral (navê wî yê fermî Mesut Meral e) ji Nisêbîna Bakurê Kurdistanê ye û li Swêdê mezin bûye.

Mîral her salên dirêj di Tîma Dalkurdê de wekî lîstikvan bi topê lîstiye.

"Kêliyên bidesxistina Kupaya Kendavê ji bîr nakim"

Peyama Mesûd Mîral wisa ye:

"Sezonek bi dawî hat ku tijî kêliyên balkêş bû. Di meha tebaxê de dema me dest pê kir, gelek pirs hebûn lê tîmeke ciwan ku xewnên wê yên mezin hebûn, me çandeke rahênanê ava kir ku lîstikvanan bi dilsozî dilê xwe tê de danî û me şêwazekî lîstika dahênane bandoreke mezin li lîgê kir.

Bidestxistina Kupaya Kendavê tiştek e ku nayê jibîrkirin.

Bê guman bîranîn nayên jibîrkirin lê ez piştrast im ku Tîma Werzişê ya Dihokê dê berdewam bike.

Ez dê berdewam çavdêriya futbola Îraqê bikim û ez piştrast im ku paşeroj ji bo vî welatî geş e.

Spas ji bo hemû kesên ku bûn alîkar ji bo avakirina saleke tijî bîranîn. Spas ji bo rêveberî, lîstikvanan, di ser her tiştî re, alîgirên hêja yên Dihokê û hemû Îraqê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst