Hewlêr (Rûdaw) - Turnuvaya 4emîn a Tenîsê ya Navneteweyî ya Cudi Cupê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê dest pê kir.
Tenîshezên Kurd jî li qûntara Çiyayê Cûdiyê bi cil û bergên xwe yê Kurdî daketine qada tenîsê û dilîzin.
Ji xeynî lîstikvanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji wekî welatên Holenda, Rûsya, Gurcistan, Macaristan, Mexrib, Bulgaristan û Ukraynayê jî lîstikvan beşdarî turnuvayê bûn.
"Mirovên vê derê bi rastî gelekî baş in"
Nimrod Gonzales ku ji Macaristanê beşdarî turnuvayê bûye bi hatina xwe ya Şirnexê kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:
"Cara yekemîn e ez têm vê derê. Gelekî kêfxweş im û mirovên vê derê bi rastî gelekî baş in.
Armanca min ne tenê serkeftin e lê dixwazim bi lîstikvanên baş re bilîzim.
Ji gelek welatan lîstikvan hatine û hesteke xweş e ku em hevdû nas dikin."

Turnuva bi hevkariya Federasyona Tenîsê ya Tirkiyeyê hatiye sazkirin.
Bi giştî 47 lîstikvan û 45 rahêner beşdarî turnuvayê bûne.
"Kar û xizmeta mirovên vê derê gelekî baş in"
Yaroslava Sribnaya ku ji Ukraynayê beşdarî turnuvayê dibe jî hestên xwe wiha anîn zimên:
"Cara duyemîn e ku ez beşdarî turnuvayê dibim. Yek armanca min heye ew jî serkeftin. Kar û xizmeta mirovên vê derê gelekî baş e."
Turnuvaya 4emîn a Tenîsê ya Navneteweyî ya Cudi Cupê 20ê Gulanê dest pêkiriye û dê heta 26ê Gulanê berdewam be.
Festîval li kampusa Zanîngeha Şirnexê tê kirin û 2 girtî 4 vekirî bi giştî li 6 kortan dê lîstik bên lîstin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse