Êlihî li benda Vansporê ne: 'Fînal li Batman û Vansporê tê'

27-05-2025
Abdulselam Akinci
Alîgirên Batman Petrolsporê /Wêne: Rûdaw
Alîgirên Batman Petrolsporê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Batman Petrolspor Êlih Wan Vanspor Fînal
A+ A-

Êlih (Rûdaw) - Tîma Êliha Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspor li mala xwe bi tîma Îzmîrê Altinordu FKyê re 1-1 ma û di Play-Offê de derket fînalê.

Tîma Êlihê Batman Petrolspora ku di Lîga 2yem a TFFyê de têdikoşiya di nîv fînala play offê de li Êlihê bi tîma Îzmîrê Altinordu FKyê re hatin beramberî hev.

Lîstik 1-1 bi berambere bi dawî bû lê ji ber ku di lîstika gava yekem a play offê de Petrolsporê li Îzmîrê li hemberî Altinorduyê 1-0 qezenc kiribû li gorî encama maça li Batmanê Petrolspor derkete fînala play offê.

Bi derketina fînalê ya Petrolsporê re jî alîgirên Petrolsporê bajêr veguhertin qada festîvalê û heta derengiya şeve bi coş serkeftina tîma xwe pîroz kir.

Alîgirên Batman Petrolsporê ji bo piştgiriya tîma xwe bi coş, kelecan û baweriyeke mezin berê xwe da stadyûma Êlihê.

Gotina wan rast derket û wekî dihat pêşbînîkirin di 90 deqîqeyên bi kelecan a maça nîv-fînala Play-Offa Lîga 2yem de Petrolspor bi Altinorduyê re 1-1 beramber ma û navê xwe li fînalê nivîsand.

Piştî lîstikê alîgirên Petrolsporê herîkîn cede û kolanên Êlihê heta derengiya şevê bi kêf û coş serkeftina tîma xwe pîroz kir.

Alîgirên Batman Petrolsporê hest û kêfxweşiyên xwe wiha anîn zimên:

- Heta deqîqeya 90î jî maçeke gelekî bi tempo û bi kelecan bû. Me maçê stend înşalah di fînalê de rêkeberê me jî dê bibe Vanspor.

"Fînal li Petrolspor û Vansporê tê"

- Fînal li Petrolspor û Wanê tên. Li ser xê re be Înşelah. Wan jî birayên me ne.

- Ev deweta Êlihê ye. Hûn jî ser çevan ser seran re hatin. Zehf xweş e. Em li nav bajêr tûr diavêjin. Heta şeveqê em liv ir in.

"Amed, Petrolspor, Wan ferq nake"

- Me qezenc kir. Fîlemaya Amedporê li serê min e. Çimkî Amed, Petrolspor, Wan ferq nake. Em hemû bira ne.

Ji ber ku maça Elazigspor û Vansporê ji ber bûyerên di maçê de di nivî de hat betalkirin rêkeberê fînalê yê Petrolsporê hîn ne diyar e lê heke Petrolspor di fînalê de jî bi ser bikeve dê di dîroka xwe de cara yekem derkeve Lîga 1emîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst