Vanspor û Batman ji bo Lîga 1emîn tên pêşberî hev

01-06-2025
RÛDAW
Nîşan Vanspor Batman Petrolspor Lîga 1emîn a TFFyê Fînal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du tîmên bajarên Bakurê Kurdistanê Vanspor û Batman Petrolspor ji bo Lîga 1emîn a TFFyê di fînalê de tên pêşberî hev.

Tîmên bajarên Wan û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê Vanspor û Batman Petrolspor îro êvarê di maça fînalê ya Play-Offê de li Stadyuma RHG Enerturk Enerjiyê  ya Qeyseriyê demjimêr 20:00î tên pêşberî hev.

Her wiha hakemê maçê jî diyar bû. Mehmet Tirkmen wekî hakem dê maçê bi rê ve bibe.

Tîma ku bi ser bikeve dê derkeve Lîga 1em a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û sezoneke din bi Amedsporê re bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst