Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku di Lîga Yekemîn a TFFyê de bi 20 puanan di rêza 5an de ye di maça kupayê de li hemberî Sîlîfke Belediyesporê 3-0 têk çû.
Amedspor di hefteya 8an de jî li hemberî Vansporê bi heman encamê têk çûbû.
Amedspora ku di Lîga Yekemîn a TFFyê de ji bo lûtkeyê têdikoşe, di maça 3yemîn a qonaxa hilbijartinan a Kupaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de li deplasmanê bi tîma Lîga 3yemîn Sîlîfke Belediyesporê re hat pêşberî hev.
Amedspor bi piranî bi lîstikvanên xwe yên yedek derket qadê lê hat dîtin ku Sîlîfke Belediyesporê bi lîstikvanên xwe yên sereke lîst.
Tîma Amedê di xuleka 29an a maçê de gola yekem xwar.
Di xuleka 37an de lîstikvanê tîma Mêrsînê Ugur Ahmet golek avêt û encam kir 2-0.
Dema Amedspor li golê digeriya, Sîlîfke Belediyesporê goleke din avêt û ferq derxist 3yan.
Amedspora di bin birêvebiriya rahêner Sînan Kaloglu de li deplasmana Sîlîfkeyê performansa ku dihat payîn nîşan neda.
Amedspora ku bi encama 3-0 têk çû, di vê qonaxê de ji Kupaya Zîraatê ya Tirkiyeyê xatir xwest.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse