UEFA û FIFAyê li ser Îsraîlê biryar da

30-09-2025
RÛDAW
Nîşan UEFA Îsraîl FIFA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê ya Îngilistanê, FIFA û UEFA nafikirin ku tîmên Îsraîlê ji pêşbirkên navneteweyî men bikin.

Tê pêbînîkirin ku biryar di demeke kurt de zelal bibe.

Spanya jî plan dike ku eger Îsraîl beşdarî Kupaya Cîhanê bibe, xwe ji pêşbirkê vekişîne.

Li aliyê din, UEFA berê ji ber bêhelwestiya xwe rastî rexneyan hatibû.

Her çend paşê pankarta "Kuştina zarok û sivîlan rawestînin" vekiribe jî, ji ber ku navê Îsraîlê neanîbû ziman, rastî rexneyên zêdetir hatibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst