Rûsya û Neteweyên Yekbûyî çawa li 'Sûriyeyeke federal' dinêrin?

01-05-2025
Sinan Tunçdemir
Stephane Dujarric û Vassily Nebenzia /Wêne: Rûdaw
Stephane Dujarric û Vassily Nebenzia /Wêne: Rûdaw
Nîşan Stephane Dujarric Vassily Nebenzia Rojavayê Kurdistanê Federasyon
A+ A-

New York (Rûdaw) - Stephane Dujarric li ser sîstemeke nenavendî ya li Rojavayê Kurdistanê got, “Girîng e ku hemû deng li Sûriyeyê werin bihîstin. Biryar a gelê Sûriyeyê ye."

Nûnerî Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia jî li ser heman mijarê wiha got, "Çareseriya herî baş a ji bo Sûriyeyê Sûriyeyek yekgirtî ye, bi welatîbûna wekhev ji bo hemî endamên wê, bêyî ol, netew an jî faktorên din. Em dibêjin yekgirtiya Sûriyeyê."

26ê vê mehê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Di konferansê de ji bo Rojavayê Kurdistanê sîstemeke nenavendî hatibû xwestin.

Vê biryara Konferansa Neteweyî ya Kurdî deng vedabû.

Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di van rojan de li Neteweyên Yekbûyî (NY) wekî mijareke sereke cihekî taybet digirin.

Gelo paşeroja birêveberiya demkî ya Sûriyeyê û di aliyê din de jî Rojavayê Kurdistanê û pêkhateyên din yên wekî Durzî û Elewî wê çawa bibe hîn diyar nîne.

Lê Kurd daxwaza otonomiyê dikin û li hemberî vê jî bireveberiya demkî bêyî zanîna paşeroja xwe bi xwe vê daxwazê paşguh dike.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric û Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia li ser sîstemeke nenavendî, federalî yan otonomiyê ya li Sûriyeyê pirsên nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin.

Rudaw: Spas Stephane, li Sûriyeyê nîqaşeke nû heye. Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê daxwaza sîstemek federalî li Sûriyeyê kir. Lê hikûmeta veguhêz vê daxwazê paşguh dike. Ez meraq dikim ka Sekreterê Giştî bertekên çawa dide li hemberî daxwazên Kurdan û her weha bersiva hikûmeta veguhêz?

Stephane Dujarric: Binêrin. Girîng e ku hemû deng li Sûriyeyê werin bihîstin dema ku rayedarên veguhêz derbasî Sûriyeyek nû, sîstemek siyasî ya nû dibin ku hemû komên olî, hemû netew û etnîsîte xwe temsîlkirî hîs bikin û li Sûriyeyê ewle hîs bikin. Û ez wisa difikirim ku ev peyama me ye ji bo rayedarên Sûriyeyê. Ez wisa difikirim ku Birêz Geir Pedersen bi awayekî zelal û eşkere rave kir û bi taybetî jî dike.

Rudaw: Wekî şopandin, Gelo Sekreterê Giştî wisa difikire ku ji bo paşeroja Sûriyeyê federalîzm alternatifek e?

Stephane Dujarric: Sekreterê Giştî siyasetmedarekî Sûriyeyî nîne. Ne karê wî ye ku biryar bide. Me helwesta xwe pêşkêş kiriye, ew jî ev e ku tevlêbûna herkesî û berpirsiyarî yê . Lê hûrgilî bîryara gelê Sûriyeyê ye.

Rudaw: Ya dawî. Ez dizanim ku hûn her tim dibêjin Sûriyeyî bixwe dê ji bo pêşerojê biryar bidin. Lê belê nêrîneke Sekreterê Giştî ez bawer im ku heye ango divê li ser van mijaran hebe ji ber ku ew Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye. Şîroveya wî ya li ser federalîzmê û perspektîfa wî ye?

Stephane Dujarric: Dîsa, Birêz António Guterres, di ciwaniya xwe de, di veguherîna welatê xwe ji dîktatoriyê ber bi demokrasiyê ve pir çalak bû. Û ez difikirim ku ji bo wî, girîng e ku hemî deng werin bihîstin.

Helwesta Rûsyayê

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia derbarê sîstemên nenavendî yên li Sûriyeyê nêrînên xwe ji Rûdawê re wiha anîn zimên:

Vassily Nebenzia: Çareseriya herî baş a ji bo Sûriyeyê Sûriyeyek yekgirtî ye, bi hemwelatîbûna wekhev ji bo hemî endamên wê, bêyî ol, netew an jî faktorên din. Em dibêjin yekgirtiya Sûriyeyê.

Rudaw: Gelo nenavendîbûn an jî sîstema federalî li dijî yekgirtiyê ye?

Vassily Nebenzia: Binêrin, ne ji bo min e ku ez biryarê bidim ka Sûriye dê çawa xwe bi rêxistin bike. Û welat hene ku di nav de otonom hene, welatên ku navendî ne, ev ji bo Sûriyeyiyan e ku biryarê bidin.

Rudaw: Li gorî we divê Rojava û Şam bikaribin li ser vê mijarê biaxivin?

Vassily Nebenzia: Ez wisa difikirim ku divê ew li ser her pirsgirêkên li ber wanin biaxivin. Gelek spas.

Di aliyê din de jî civînên li ser Sûriyeyê yên li NYyê berdewam dikin û endamên Konseya Ewlehiyê ya NYyê daxwaz dikin ku birêveberiya demkî ya Sûriyeyê guh bide pêkhateyan.

Ji ber ku NY Sûriyeyê wekî mozaîk dibîne û divê dengê her kesî were bihîstin û di heman demê de Sûriye wê dewleteke federal û bi şêweyeke din bibe divê ev biryar jî piştî gotubêjiyên Sûriyeyiyan bixwe were dayîn.

Ango tê wê wateyê ku şêweya dewletê ne tenê girêdayê birêveberiya demkî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst