New York (Rûdaw) – Balyozê Rûsya li Netewên Yekgirtî, Vasily Nebenzya piştî wergirtina serokatiya Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê çareserkirina navçeyên cihê nakokiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand, Moskow piştgirî li her hewl û guhertinekê dike, ku ji bo seqamgîrî û pêşxistina Iraqê û herêmên wê de be û tekez kir, ku ew bi merc li gel guhertina erkên Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê UNAMI ne.
Vasily Nebenzya ku serokê xûla niha ya Encûmena Asayişa Navdewletî ye jî, piştî wergirtina serokatiya wê encûmena ser bi Netewên Yekgirtî ve konfranseke rojnamevanî lidar xist.
Vasily Nebenzya di bersiva pirsa Rûdawê ya derbarê çareserkirina pirsgirêka navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi beşdariya Netewên Yekgirtî de ragihand: “Bi giştî her guhertinek di erkên UNAMI de ku bo beşdarîkirina di seqamgîrî û pêşxistina Iraqê de û di çarçoveya herêmên wê de be, ji aliyê me ve tê piştevanîkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse