Hewlêr (Rûdaw) - Steve Witkoff Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, diyar kir ku bersiva Hemasê ya ji bo pêşniyara agirbestê ya Amerîkayê "bi tu awayî nayê qebûlkirin".
Witkoff di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî de got:
"Min bersiva Hemasê ya ji bo pêşniyara Amerîkayê wergirt. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin û tenê me ber bi paş ve dibe."
Nûnerê Taybet Witkoff, di parvekirina xwe de ragihand ku wî peyameke nû ji Hemasê re şandiye û got:
"Divê Hemas çarçoveya pêşniyara ku me wekî bingeha dan û standinên nerasterast (navbeynkarî) pêşkêş kiriye qebûl bike ku em dikarin hefteyê pêş de yekser dest pê bikin."
Witkoff tekezî li ser wê yekê kir ku tenê rêya bidestxistina agirbesteke 60 rojî ya mayînde ji bo dan û standinên nerasterast ku tê de nîvê dîl û girtiyên zindî û mirî dê vegerin malbatên xwe, qebûlkirina vê pêşniyarê ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, pêr di daxuyaniya xwe ya ji rojnamegeran re gotibû ku dibe ku peymanek di nav rojekê an jî di demeke kurttir de were ragihandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê de hatibû gotin ku bersiva wan a ji bo pêşniyara Witkoff armanc dike ku agirbesteke mayînde were pêkanîn, paşvekişîna temam ji Xezeyê were misogerkirin û dabînkirina alîkariyên mirovî yên bêrawestan ji bo Filistîniyan were garantîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse