Trump şertê Mihemed bîn Selman ê ji bo Filistînê red kir

03-11-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îsraîl Mihemed Bîn Selman Filistîn Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump rewşa dawî ya Xezeyê û pêvajoya aştiyê ya li Rojhilata Navîn de nirxandin û daxuyaniyên balkêş dan.

Trump tekez kir ku agirbesta li Xezeyê “qet ne şikestî ye” û hişyarî da ku eger Hemas çekên xwe daneyne dê “bê tunekirin.”

"Şertê dewleta Filistînê ne jidil e"

Trump di daxuyaniyên xwe de behsa îhtimala pêwendiyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê jî kir.

Trump daxuyaniya Şazadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman a ku gotibû “pêwendî bi avakirina dewleta Filistînê ve girêdayî ye” rexne kir û got:

"Ez bawer nakim ku ew cidî be û ez bawer dikim ku ew dê beşdarî Peymanên Brahîm bibe."

"Me Îran tune kir"

Trump diyar kir ku bernameya atomî ya Îranê ji bo aştiya herêmê asteng e û polîtîkayên ku di dema birêvebiriya wî de hatibûn meşandin parast.

Trump got, "Me Îran tune kir û paşê dema rawestandina şer hat, me jî rawestand" û anî ziman ku dibe ku çarçoveya Peymanên Brahîm were berfirehkirin.

"Diviyabû min hinekî zext bikira"

Trump her wiha li xwe mikur hat ku wî zext li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kiriye da ku agirbest li Xezeyê pêk were.

Trump got, “Diviyabû min hinekî zext bikira. Min di van zextan de karekî baş kir.

Netanyahu mirovekî gelekî jêhatî ye lê min ji hinek biryarên wî hez nekir” û diyar kir ku di vê pêvajoyê de helwesta wî bi bandor bûye.

Gefa li Hemasê

Trump got, eger Hemas daxwazên bêçekbûnê red bike dê encamên wê giran bin û got:

"Em dikarin Hemasê yekser tune bikin, eger zû biryarê nede,"

Trump pirsa "Hemas çawa dikare bê bêçekkirin?" wiha bersivand:

"Eger ez bixwazim ez wan bêçek dikim û bi awayekî gelekî bilez jî, ji ber ku dê bên tune kirin."

Plana Trump a 20 xalî pêşniyar dike ku Hemas bêçek bibe û di nav xalên bingehîn ên peymana agirbestê de vekişîna artêşa Îsraîlê, berdana dîlan û dabînkirina alîkariyên mirovî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst