Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên Rûsyayê 1502 hedefên binesaziya leşkerî ya Ukraynayê kirine armanc û ji nav birine. Serfermandariya Artêşa Ukraynayê jî dibêje, ji destpêka şer ve heta îro 5840 serbazên Rûsyayê hatine kuştin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Igor Konashenkov ragihand ku ji destpêka destwerdana leşkerî ya li Ukraynayê ve heta niha hêzên Rûsyayê li 1502 hedefên binesaziya leşkerî ya Ukraynayê xistine û ew têk birine.
Konashenkov diyar kir, di nava wan hedefan de 51 cihên fermandarî û xalên pêwendiyê, 38 sîstemên berevaniyê û 51 stasyonên radarê hene.
Bi gotina Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê, heta niha 47 balafirên keşfê yên aliyê Ukraynayê, 11 balafirên ku rabûne, 472 tank, 62 roketavêj, 206 hawan, 46 balafirên bêmirov hatine jinavbirin.
Ukrayna: Hêzên Rûsyayê 5,840 leşkerên xwe winda kirin
Sererkaniya Artêşa Ukraynayê jî da xuyakirin ku ji destpêka êrîşa ser wî welatî ve heta îro 5840 leşkerên ji artêşa Rûsyayê mirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Ukraynayê 30 balafir, 31 helîkopter, 211 tank, 862 wesayitên zirxhî, 85 top û 2 topên sivik ên Rûsyayê îmha kirine.
Sererkaniya Artêşa Ukraynayê dibêje, hêzên Rûsyayê 40 sîstemên roketavêjê, 355 wesayît, 60 wesayîtên sotemeniyê, 9 pergalên parastina hewayî û 3 balafirên bêmirov jî ji dest dane.
Hat destnîşankirin ku di van hejmaran de agahiyên li ser pevçûnên ku diqewimin tune ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse