Hewlêr (Rûdaw) - Encamên fermî yên hilbijartinên Serokayetiya Polonya nîşan da ku dîrokzanê neteweperest Karol Navrotsky bi ser ketiye.
Serkeftina dîrokzanê neteweperest Karol Navrotsky wekî gurzekî mezin ji bo Hikûmeta Polonyayê tê dîtin.
Komîsyona Niştimanî ya Hilbijartinan a Polonyayê ragihand, Karol Navrotskyê 42 salî di gera duyem a hilbijartinan de ku roja yekşemê hat kirin ji sedî 50,89ê dengan bi dest xistiye.
Rafal Trzaskowskiyê 53 salî ku Serokê Şaredariya Warşowayê ye, alîgirê Yekîtiya Ewropayê û hevpeymanê hikûmetê ye ji sedî 49,11ê dengan bi dest xistiye.
Serokê Polonyayê Andrzej Duda ku erkê wî bi dawî bû li tora civakî ya Xê got, “Pîrozbahiyê li kesê serkeftî dikim.”
Dudayê ku piştgiriya Karol Navrotsky dikir ji bo rêjeya beşdariyê ya bilind ku ji sedî 71,63 bû spasî xelkê Polonyayê kir.
Serkeftina Navrotsky dibe asteng ji bo karnameya hikûmetê ya derbarê jiberbirina zarokan û zayendparêziyê û dibe ku aloziyên li gel Brukselê yên li ser pirsgirêkên serweriya yasayê jî zindî bike.
Her wiha dibe ku zererê bi wê têkilîya xurt a li gel Ukraynaya cîran bigihîne ji ber ku Navrotsky rexneyan li planên Kyivê yên ji bo ketina nav Yekîtiya Ewropayê û NATOyê digire û dixwaze alîkariya penaberên Ukraynî kêm bike.
Navrotsky di dema kampanyaya hilbijartinan de serdana Koşka Spî kir û got ku Trump jê re gotiye, “Tu bi ser dikevî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse