Balyozê Somaliyê yê NYyê: Somalîland parçeyekî welatê me ye

9 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Ebûbekir Dahîr Osman Somalî Somalîland Sûriye Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Somaliyê yê Neteweyên Yekbûyî Ebûbekir Dahîr Osman, helwesta welatê xwe ya li ser pirsa serxwebûna Somalîlandê û krîza Sûriyeyê ji Rûdawê re eşkere kir.

Osman tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî li dijî her hewldanên cudabûnê ye û daxwaza parastina serweriya axa Sûriyeyê jî dike.

Pirsa Somalîlandê û mafê çarenivîsê

Balyozê Somaliyê Ebûbekir Dahîr Osman li ser pirsa “Çima Somalî li dijî mafê çarenivîsê ye ji bo gelê Somalîlandê?” ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Yên ku bangeşeya cudabûnê dikin beşek in ji Somaliyê û divê em pabendî Peymana Neteweyên Yekbûyî û Peymana Qahîreyê ya sala 1964an a Yekîtiya Afrîkayê bin ku tekezî li ser parastina wan sînoran dike ku ji serdema kolonyalîzmê ve mane.”

Balyozê Somaliyê amaje bi yekîtiya neteweyî û çandî ya welatê xwe kir û got:

“Somalî yek gel, yek dîn, yek ziman û yek çand e. Dîroka serxwebûna me ji sala 1960î ve dest pê kiriye û Somalîland jî beşek bûye ji wê proseyê û heman ala û sirûda niştimanî hebûye.”

Osman, hewldanên cudabûnê wekî “çêkirî û derve” bi nav kir ku ji ber pêgeha wê ya stratejîk armanca wan dabeşkirina Somaliyê ye.

Helwesta li ser rewşa Sûriyeyê

Balyozê Somaliyê derbarê pirsa Sûriyeyê û plana civînên Encûmena Ewlehiyê de, eşkere kir ku dê çend rûniştinên taybet li ser çekên kîmyayî û rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyeyê bên kirin.

Ebûbekir Dahîr Osman got:

“Sûriye ji bo Somaliyê welatekî gelekî girîng e û em rêzê lê digirin.

Em bi endamên Encûmena Ewlehiyê re ji nêzîk ve kar dikin ji bo parastina serwerî, yekparçeyiya axê û yekîtiya Sûriyeyê.”

Li ser avakirina hikûmeteke berfireh ku Kurd, Ereb û pêkhateyên din li xwe bigire, Balyozê Somaliyê tekezî li ser girîngiya parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê kir ku wekî bingeheke sereke ye ji bo her çareseriyeke siyasî di paşerojê de.

Rûdaw: Ez Namo Ebdulah ji Tora Medyayî ya Rûdawê. Du pirsên min hene. Ya yekem derbarê Somalîlandê ye. Ez dixwazim bizanim çima hûn li dijî mafê çarenivîsê ne ji bo gelê Somalîlandê? Çi wan ji gelên din cuda dike ku ew maf bi dest xistine? Pirsa min a duyem jî li ser Sûriyeyê ye, gelo plana we heye ku hûn rûniştinan (civînan) li ser Sûriyeyê bikin? Helwesta welatê we çi ye li hemberî hewldanên ji bo avakirina hikûmeteke berfireh li Sûriyeyê ku Kurd, Ereb û pêkhateyên din li xwe bigire? Spas.

Ebûbekir Dahîr Osman: Pirsa cudaxwaziya koma Somalîlandê ne tiştek e; ew beşek in ji Somaliyê û her wiha Peymana Neteweyên Yekbûyî jî heye ku divê em peyrew bin. Yekîtiya Afrîkayê (AU) ku berê navê wê Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê bû, sala 1964an û piştî salekê ji damezirandina xwe, "Peymana Qahîreyê" derxist ku dibêje, divê em pabendî wan sînoran bin ku ji serdema kolonyalîzmê ve mane. Tiştekî din ê ku xelk nizane ew e ku Somalî yek gel e, yek netewe ye, yek dîn e, yek ziman e û yek çand e.

Eger hûn li dîrokê binêrin, Somalî her tim mîrnişîneke serbixwe bûye. Sala 1884an Somalî hat dabeşkirin lê sala 1961ê em gihiştin serxwebûnê. Beşa yekem ku serxwebûn wergirt "Somalîlanda Brîtanî" bû ku bakurê Somaliyê bû. Du herêm bûn, 26ê Hezîrana 1960î serxwebûn wergirtin, ew alaya ku bilind kirin heman alaya niha ya Somaliyê bû. Rengê şîn û stêrka spî ya pênc-goşe. Ew sirûda niştimanî ya ku 26ê Hezîrana 1960î dihat gotin, heman ew sirûda niştimanî ye ku niha jî Somalî xwediyê wê ye.

Heta ew tevgera ku bangeşeya cudabûna ji Somaliyê dike -di demekê de ku em yek gel, yek netewe, yek ziman û yek dîn in, heta em ser bi heman mezhebî ne- dema ku li dijî rejîma leşkerî şer dikirin, navê wan (SNM) bû; navê wan ne Somalîland bû, belkî "Tevgera Niştimanî ya Somaliyê" bû. Lewma ev çêkiriyê hinek kesan e li derveyî Somaliyê ku dixwazin Somaliyê dabeş bikin, ji ber dewlemendiya çand û nirxên wê û pêgeha wê ya jeopolîtîk. Loma ez ti rêyekê ji bo vê yekê nabînim. Sîstemeke me ya taybet heye ku kar dike.

Ez bawer dikim hêza dagirker vê yekê bi kar tîne da ku bizanibe ka dikare wan Filistîniyan veguhêze wê axê, her wiha ji bo mijûlkirina civaka navneteweyî ji wê tişta ku ez navê wê dikim komkujî. Ne tenê ez, belkî hemû rêxistinên mirovî yên navneteweyî û heta Dadgeha Navneteweyî ya Dadê (ICJ) jî dibêjin, jenosîd li dar e. Lewma ez bawer nakim ew plan serkeftî be.

Derbarê Sûriyeyê de, çend civînên me dê hebin, yek ji wan li ser çekên kîmyayî û ya din jî li ser rewşa siyasî, ewlehî û mirovî ye. Sûriye ji bo Somaliyê gelekî girîng e. Welatek e ku em rêzê lê digirin, em bawer dikin piştî demeke dirêj ji dîktatoriyê, niha ew di rewşeke cuda de ne lê em ji nêzîk ve bi hemû endamên Encumena Ewlehiyê re kar dikin da ku bi kêmanî serwerî, yekparçeyiya axê û yekîtiya Sûriyeyê bê parastin ku ev gelekî hestiyar û girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst