Hewlêr (Rûdaw) - Roja Înê Serokê Amerîkayê Donald Trump û xanima yekem a wî welatî bi Coronayê ketin, ew ji xeynî çarenivîsa îdareya niha ya Amerîkayê hinek pirsyar û guman derbarê hilbijartina Amerîkayê de çêbûne, ku biryar e roja 3ê Mijdara îsal were kirin.
Hilbijartina Amerîkayê berî Trump bi wê vîrusê jî bikeve rûbirûyê astengên mezin bûbû, ji wan belavbûna vîrusa Coronayê û tedbîrên tendirûstî ku divê di dema hilbijartinan de bên cîbicîh kirin, tirsa destêwerdana Rûsyayê di hilbijartinan de pirsgirêkeke din e ligel kêşeya sîstema posteya Amerîkayê ku biryar e îsal beşek ji hilbijartinê bi rêya posteyê bên kirin.
Astenga herî mezin ew e ku Trump bi Coronayê ketiye, ku di gera xirabtirbûna tendirûstiya wî de, Cîgirê wî Mike Pence dîbeytên propagandeyê bo serokatiyê dike, Mike Penc ji niha ve li şûna Trump dest bi kampanyaya hilbijartinê kiriye.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence dibêje: “Divê her li vê derê dê biryarê bidin ku Joe Biden qet nabe serokê Amerîkayê, em dê Serok Trump bo çar salên din hilbijêrin.”
Piştî du sal lêkolînên Rawêjkarê Taybet ê Amerîkayê Robert Mueller, tîma lêkolînan amaje bi wê yekê da ku Rûsya bi awayekî sîstematîk û berfireh destêwerdana hilbijartinên 2016 yên Amerîkayê kiriye. Niha heman tirs bo hilbijartina serokatiyê ya 2020ê heye, lê Rûsyayê soz daye destêwerdana hilbijartinan neke.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got: “Rûsya li ser bingehekî qebûlkirî yê dualî daxwaza garantiya destêwernedanê di karûbarên hevdû de dike, di nav de destêwernedana hilbijartin û bi rêya bikaranîna zanyarî û teknolojya peywendî û rêyên pêşketî.”
Di hilbijartina îsal de hinek kes bi rêya posteyê deng didin, lewra tê çaverêkirin ku proseya cudakirin û hejmartina dengan çend roj pê biçin, ev jî astengeke din e ku Trump berdewam wek çekekê li dijî Demokratan bikar tîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse