Hewlêr (Rûdaw) - Îro bala cîhanê diçe ser dengdana giştî ya Amerîka, ji bo destnîşankirina serokê wî welatî ji bo 4 salên bê. Rikeberiya gihiştina Koşka Spî, bi pileya yekem di navbera berbijêrê demokratan Joe Biden û berbijêrê komariyan Donald Trump de ye. Lê pisûleya dengdana serokatiya Amerîka li tengala Biden û Trump, sê kesên din jî li xwe digire ku ew jî berbijêr in ji bo eynî postê, lê kes wan nas nake û navê wan jî nayîne.
Ew sê kesên din, ku li ser heman postê rikeberiyê dikin, her yek ji wan pisporî û karnameyeke wî/wê ya cuda ji bo serokatiya qwelêt heye. Nûnertiya sê partiyên cuda yên Amerîka dikin. Ew her sê kes jî ev in:
Jo Jorgensen
Temenê wê 63 sal e. Berbijêra Partiya Azadîxwaz a amerîkî ye. Çalakvaneke siyasî ya lîberal e. Ew di hilbijartinên serokatiya Amerîka di 1996an de berbijêra partiya xwe bû ji bo cîgira serokê Amerîka. Vê carê, Jorgensen berbijêr e ji bo posta serok û pê re Jeremy Cohen ji bo posta cîgirê serokê Amerîka berbijêr e.
Jo di gulana borî de xweberbijêrkina xwe ji bo postê di kongreya partiya xwe de ragihand. Wisa jî bû yekem berbijêra jin a Partiya Azadîxwaz a Amerîka ku partiyeke konservatîv e, ji bo wê postê.
Partiya Azadîxwaz a Amerîka partiyeke parêzgar e, nola partiyeke kultûrî tê temaşekirin. Di prensîbên xwe de, pişta xwe bi pejirandina azadiyên sivîl li Amerîkayê girê dide. Dixwaze desthilat û sînorên hikûmetê kêm bike. Di aboriyê de daxwaza sermayedariyê li ser bingeha desttênewerdanê dike.
Ev partî di tebaxa 1971ê de çêbû. Ev jî piştî çend civînan li mala David Nolan li Westminstera Coloradoyê. Ev partî bi awayekî fermî di 11ê kanûna yekem a eynî salê de hat damezrandin.
Diktoraya Jo Jorgensen di derûnzaniyê de heye. Paşxana wê ya biznis û bazargeriyê heye. Berê li navçeya çarem a wîlayeta South Carolina sala 1992 ji bo endamtiya Kongresê berbijêr bû.
Ji gotinên wê yên navdar, “desthilatên mezin ên hikûmetê kêşe çêkirine, wek qerzê niştimanî ku gihiştiye 26 tirîlyon dolaran, ceng û xerciya giranbiha ya çavdêriya tendirustî û ji vê bêtir jî”. Ew ji bo çareserkirina van kêşeyan, pêwîst dibîne desthilatên hikûmetê sînordar û biçûktir bibin.
Howie Gresham Hawkins
Temenê wî 68 al e. Berbijêrê Partiya Kesk e di vê hilbijartinê de. Serokê vê partiyê ye ku sala 2001ê li ser destê wî hat damezrandin. Cîgira wî ji bo posta cîgirê serokê Amerîka çalakvana karkeran Angela Nicole-e.
Hawkins di hezîrana borî de bû nûnerê partiya xwe, ji bo hilbijartinên serokatiya welêt piştî ku dengê bêtirî 176 nûneran di kongreyên Partiya Kesk û hilbijartinên destpêkê yên partiyê de bi dest xist.
Hawkins salên 2010, 2014 û 2018an xwe ji bo posta hakimê wîlayeta New Yorkê berbijêr kir. Yek ji cengawerên kevnar ên deryavaniya Amerîka ye û di cenga Vietnamê de şer kiriye. Ew yekem berbijêr bû ku daxwaza destewareyeke nû ya kesk ji bo Amerîkayê kir.
Partiya Kesk wek partiyeke çep tê hejmartin. Ji yekîtiya partiyên kesk ên siyasetê li Amerîkayê pêk tê. Ev partî dibêje ew kar dike ji bo parastina jîngehê û nemana tundûtîjiyê, dadweriya civakî, demokrasiya hevpar, wekheviya cinsî, mafên homoseksuelan, bizava dijî şer û nehiştina nijadperestiyê, herwihsa jîngeha sosyalîst.
Jerome Segal
Jerome 77 salî ye. Berbijêrê Partiya “Nan û Gulan” e, ku partiyeke siyasî ya sosyalîst e û sala 2018 piştî berhevkirina 10 hezar îmzeyan ji bo çêkirina vê partiyê, li civata hilbijartinên wîlayeta Marylandê ji bo çêkirina partiyeke nû, moleta karkirinê wergirt. Navê partiyê bi vegera li dirûşmeke karkerên grevgirtî di dema greva birçîbûnê ya karkerên rêstinê sala 1912an de hatiye derxistin.
Ev partî doza sosyalîzm, prensîbên demokrasî û desthilata sînordar dike, ligel azadiyên takekesî û serweriya qanûnê.
Tebaxa 2019, Segal kifş kir ku ew ê xwe ji bo nûnertîkirina Partiya “Nan û Gulan” berbijêr bike. Eşkere jî kir ku ew xwe li wîlayetên dudil kandîd nake, da dengê berbijêrê demokratan li beramber Trumpî ji xwe re nebe.
Segal fîlozofekî amerîkî ye. Çalakvanekî siyasî ye li bajarê Silver Spring li wîlayeta Marylandê. Wek lêkolînvan li Zanîngeha Marylandê dixebite. Serokê Lobiya Aştiyê ya Cihûyan e. Di hilbijartinên 2018an de li ser Partiya Demokrat berbijêr bû. Di hilbijartinên destpêkê yên civata pîran de. Ji bo eynî postê di tebaxa 2019an de xwe berbijêr kir.
Malbata Segal ji Polonya hatiye Amerîkayê û li bajarê New Yorkê hêwirîye.
Segal xwendina paş-navendî û zanîngehê li yenî şarî qedandiye û master di fîlozofiya aborî de bi dest xistiye. Xelata "Brittain"ê ji bo aboriya moralî bi dest xistiye. Li zanîngehên Michigan û Pennsylvania, diktora di fîlozofiyê de bi dest xistiye.
Sala 1974an alîkarê kongresman Donald Fraser bû û rêveberê tîma komîteya budceya civata nûneran bû. Dûre bû hevahengîkarê Rojhilata Dûr li ofîsa konevaniyên Amerîka li "Ajansa Geşeya Navdewletî" û paşê berê xwe da dersdanê li Zanîngeha Marylandê.
Segal serkirdeyê Tevgera Aştiya Cihû li Amerîkayê ye. Ev rêxistin ji bo bidestxistina aştiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de dixbite.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse