Çîroka Hawrê Kemal: Ji penaberiyê heta xêrxwaziya li Almanyayê

04-10-2025
Hêmin Ebdullah
Hawrê Kemal / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hawrê Kemal / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hawrê Kemal Almanya Xêrxwaz
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hawrê Kemal li Almanyayê ji penaberiyê bû karsazekî xêrxwaz.

Wextê wê hatiye ku hûn çîroka wî Kurdî bizanibin ku ti medyaya naskirî û navdar a Almanyayê nemaye ku hewl nedabe karekî li ser wî bike.

Di hin vîdeoyên ku li ser torên civakî belav bûne de, jin û mêrên Alman ên kal û pîr xuya dikin ku Hawrê Kemal porê wan çêdike û paşê hinek ji wan dest bi girî dikin.

Sedema wê jî ew e ku Hawrê Kemal rojekê ji hefteyê di dikana xwe de terxan kiriye ji bo wan kal û pîrên xanenişîn û ji bilî porkurkirinê, sohbeta xweş jî bi wan re dike û gelekî rêzê li wan digire.

Di dilê bajarên qelebalix ên Almanyayê de, çîrokeke tijî hêvî, xwebexşî û mirovdostî geş dibe, çîroka zilamekî bi navê Hawrê Kemal ku niha li Almanyayê bi navê “Kemal Xoşnaw” tê naskirin.

Navê Kemal bûye cihê bala medyayên wî welatî û mînakek e ji bo zehmetkêşî û dilsoziyê.

Ji penaberiyê heta karsaziyê

Hawrê Kemal berî 12 salan wekî penaberekî lingê xwe avêt welatê Almanyayê û wekî bi hezaran penaber û koçberên din, jiyaneke tijî astengî û zehmetî dest pê kir.

Hawrê Kemal ku xelkê devera Bêtwateyê ya Ranyayê ye, destpêka jiyana wî li Almanyayê tijî zehmetî bû.

Fêrbûna zimanekî nû, xweguncandina bi çandeke bi temamî cuda û avakirina jiyanekê ji sifirê, astengiyên mezin bûn li ser rêya wî.

Kemal bi moraleke bilind û hewldaneke mezin karî zora van astengiyan bibe.

Ew behsa wê yekê dike ku çawa li Kurdistanê xwedî karê hunerî bû û kar dikir lê qelebalixiya jiyana nû li Almanyayê ji bo demekê ew ji hunera wî dûr xistibû.

Lê îro, bi saya Xwedê û bi hewldana xwe, Kemal bûye xwediyê nasnameya Almanyayî û xwediyê pîşeya xwe ye, berbexaneyeke wî ya serkeftî li Almanyayê heye.

Berbexaneya wî ne tenê çavkaniya jiyana wî ye her wiha bûye platformek ji bo xizmetkirina civakê û peyameke mezin.

Hawrê Kemal bi serbilindî behsa wê yekê dike ku dixwaze "qenciya" wî welatî vegerîne ku derî ji wî re vekiriye û di dema tengasiyê de alîkariya wî kiriye.

“Naxwazim nankor bim”

Hawrê Kemal got, “Wekî mirovekî, naxwazim nankor bim, divê wefadariya min ji bo wan hebe, ji ber ku rojekê ji rojan ti tişt bi me re nebû, lê niha bi saya Xwedê, em hemû xwedî tiştên xwe ne û me xwe li vî welatî guncandiye."

Ev peyama sade û di heman demê de tijî wate, bingeha hemû karên xêrxwazî ye ku Hawrê Kemal pêk tîne.

Yek ji karên herî balkêş û bi bandor ên Hawrê Kemal, terxankirina rojên duşemê ye ji bo kurkirina porê xanenişînan û kesên kêmdahat, bi awayekî bi temamî bêpere.

Ev ramana xweşik, ji hevaltiyeke kûr a ligel xanenişîneke kal û pîr û dilsoz çavkanî girtiye.

Kemal behsa wê yekê kir ku li Ewropayê, bi taybetî li Almanyayê, çîna hejar gelek e û hejmareke berçav ji xelkê, bi taybetî xanenişîn, dahata wan pir kêm e û neçar in li ser cadeyan destê xwe vekin ji bo dabînkirina jiyana xwe.

Ev dîmen bûne handerekî xurt ji bo Kemal ku vê projeya xêrxwaziyê pêk bîne û ji sala 2023yan ve dest bi vî karî kiriye.

Rojek ji bo xêrxwaziyê

 

Her wiha, xêrxwaziyên Kemal tenê bi kurkirina porê bi dawî nabin, ew mehane rojekê bi temamî li gel yek ji xanenişînan diçe bazarê û cil û bergên nû jê re dikire.

Ev jî îfadeya kûr a mirovdostî û xema wî ji bo wê çîna bêdahat e.

Vê projeya xêrxwazî ya Hawrê Kemal, bertekeke mezin di medya û civaka Almanyayê de bi xwe re anî.

Piraniya kanalên ragihandinê yên Almanyayê bi germî pêşwazî lê kirin û gelek endamên parlamentoyê li wî welatî serdana berberxaneya wî kirine û pesnê vî karê wî yê mirovdostane dane.

Kemal bi vî karî dixwaze îsbat bike ku Kurd kesên baş in û zerara wan ji bo wî welatê ku mêvandariya wan dike nîne, belkî hez dikin bi awayekî baş xizmeta wî bikin û wefadariya xwe nîşan bidin.

Karê Hawrê Kemal di nav civaka Almanyayê de piştgiriyeke mezin werdigire û bûye mînakeke geş ji bo hevkariyê, qebûlkirina hev û mirovdostiyê di navbera çandên cuda de.

Ev çîrok nîşan dide ku çawa takekesek dikare ji qonaxa penaberiyê guherîneke mezin di jiyana xwe de çêbike û bibe çavkaniya xêr û bereketê ji bo civaka mêvandar, nemaze ji bo wê çîna ku herî zêde pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Hawrê Kemal bi karên xwe, ne tenê xizmeteke mirovî pêşkêş dike her wiha wêneyekî geş û erênî li ser nasnameya Kurdî li Almanya û Ewropayê bi giştî ava dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst