Pentagonê daxwaz kir, alîkariya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê zêdekirin

05-03-2017
RÛDAW
Nîşan HSD YPG Pentagon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) pêşniyar kir, rêveberiya Amerîkayê hevkarî û alîkariyeke zêdetir bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

 

Medyaya Amerîkayê beşek ji plana Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ya derbarê şerê Sûriye û operasyona Reqayê belav kir.

 

Li gorî vê plane Pentagon ji Koşka Spî re pêşniyar dike hejmara hêzên taybet ên bi armanca pêkanîna operasyonên serbazî li Sûriyê, bên zêdekirin. Herwiha tê pêşniyarkirin, ku hevkariyên leşkerî yên ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekên pêwîst ji bo wan bên dabînkirin.

 

Pentagon daxwaz dike ji esman ve jî alîkariya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam bibe.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji şervanên kurd, ereb û pêkhateyên din pêk tê lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rola sereke di vê hêzê de dilîzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst