Wezîrê Xirwatistanî hewl dabû lêvên wezîra Alman maç bike: Daxuyanî da!

05-11-2023
RÛDAW
Nîşan Annalena Baerbock Gordan Grlic Radman Êrişa Maçkirinê Almanya Xirwatistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Dervê yê Xirwatistanê ku xwestibû lêvên havtaya xwe ya Alman maç bike lêborîna xwe xwest.

Roja pêncşemê wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) û yên welatên di pêvajoya emdamtiya Yekîtiya Ewrpoayê de li Berlîna Paytexta Almanyayê civiyan.

Di dema girtina wêneyê wezîrên karên derve de, Wezîrê Karên Dervê yê Xirwatistanê Gordan Grlic Radman hewl da lêvên Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê maç bike.

Medyaya Almanyayê jî hewla wezîrê Xirwatistanî wekî “êrişa maçkirinê” (Kuss-Attacke) bi nav kir.

Li gorî vîdeoyên li ler medyaya civakî belav bûne, Gordan Grlic Radmanê 65 salî hewl dide ku Annalena Baerbockê maç bike.

Grlic Radman pêşî destê xwe dirêjî Annalena Baerbockê dike lê dûv re ji nişka ve wê maç dike.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Baerbock ji bo ku xwe ji maçkirinê rizgar bike zû serê xwe dizivirîne.

Li aliyê din, ev mijar li Xirwatistanê jî bû sedema bertekan.

Lêborîn xwest

Li ser vê yekê wêzîrê Xirwatistanî Radman lêborîna xwe xwest û diyar kir ku wî tavilê nizanibûye ku wî "bi silavên pir dostane" hevtaya xwe ya Alman daye şermê.

Radman ragihand ku balafira wî dereng ketiye û wî hemû hevtayên xwe di dema girtina wêne de dîtine û got:

“Dibe ku ew demeke nebaş bû. Eger kesekî ji vê rewşê tiştekî ne xweş dîtibe û bi vî awayî fem kiribe ez lêborîna xwe dixwazim.

Ez nizanim pirsgirêk çi bû. Min ew nedîtibû; haya min ji wê nebû.

Em her tim bi germî silavê didin hev. Ew di navbera hevkaran de têkiliyeke germ, mirovî ye.”

Li aliyê din Serokwezîra berê yê Xirwatistanê Jadranka Kosorê jî wezîrê derve yê welatê xwe rexne kir û got, “Ji maçkirina bizorê ya jinan re 'tundî' tê gotin, ne wisa?”

Herwiha Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li ser mijarê heta niha ti daxuyaniyek nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst