Hewlêr (Rûdaw) - Venezuela rûbirûyî îzolasoyoneke asmanî bûye.
Şirktên asmanî yên biyanî bi armanca parastina ewlehiya balafir û rêwiyên xwe seferên xwe yên Venezuelayê rawestandin.
Ev pêngav di demekê de ye ku aloziyên di navbera Karakas û Washingtonê de zêde bûne û hêzeke leşkerî ya mezin a Amerîkayê li Deryaya Karayîpê hatiye bicihkirin.
Şirketa "Boliviana de Aviacion"ê ya Bolîvyayê û "Satena"yê ya Kolombiyayê seferên xwe yên Karakasê betal kirin.
Her wiha kompanyaya "Copa Airlines"ê ya Panamayê jî rawestadina seferên xwe heta 12ê Kanûna Pêşîn dirêj kir.
Hemû kompanyayan sedema vê yekê bi "ewlehiyê" ve girê da.
Beriya niha, kompanyayên Iberia, TAP, Avianca, GOL, LATAM, Air Europa û Hêlên Asmanî yên Tirkiyeyê û Plus Ultrayê seferên xwe yên Venezuelayê rawestandibûn.
Karakasê ev kompanya bi "beşdarbûna di kiryarên terora dewletê" de ku ji aliyê Washingtonê ve tên kirin tohmetbar kirin û moleta kar ji wan stand.
Gelo asmanê Venezuelayê girtî ye?
Her tiştî bi hişyariya Desteya Balafirvaniyê Federal a Amerîkayê (FAA) dest pê kir.
FAAyê 29ê Çiriya Paşîn a 2025an ji pîlotan xwest ku ji ber "têkçûna rewşa ewlehiyê û zêdebûna tevgera leşkerî li Venezuela û derdora wê" bi "baldarî tevbigerin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ev hişyarî belav kir û got:
"Ji bo hemû kompanyayên hêlên asmanî, pîlot û bazirganên madeyên hişbir û mirovan: Ji kerema xwe re asmanê Venezuela û derdora wê bi temamî girtî bihesibînin."
Rûbera asmanê di bin kontrola Venezuelayê de 1,2 milyon kîlometre çargoşe ye ku herêmeke deryayî ya berfireh li xwe digire û gelekî nêzîkî cihê bicihbûna keştiyên şer ên Amerîkayê ye.
Amerîkayê keştiya balafirhilgir a "Gerald Ford" ku mezintirîn keştiya balafirhilgir a cîhanê ye, li gel fîloyeke mezin a keştiyên şer û balafirên şer ji bo rûbirûbûna bazirganiya madeyên hişbir şandiye herêmê.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro dibêje, armanca rast a vê gavê "rûxandina" desthilata wî û "destdanîna ser petrola" welatê wî ye.
Alozî hene lê seferên navxweyî yên Venezuelayê bi awayekî asayî berdewam dikin.
Her wiha ew balafirên ku koçberên dersînorkirî yên Amerîkayê vedigerînin hîn jî seferên xwe didomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse