Naveroka nameya dîrokî ya Mele Mistefa Barzanî ya ji Charles de Gaulle re

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mele Mistefa Barzanî Charles de Gaulle Kurdistan Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê, li Pîrmamê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.

Jean-Noel Barrot di vê hevdîtinê de nameyeke dîrokî ya Mistefa Barzanî radestî Serok Mesûd Barzanî kir.

Ev name di dema Şoreşa Mezin a Îlonê de ji aliyê Mistefa Barzanî ve ji Serokê wê demê yê Fransayê General Charles de Gaulle re hatibû şandin.

Ew nameya ku dîroka wê vedigere sala 1968an, di arşîva Wezareta Karên Derve ya Fransayê de dihat parastin.

Jean-Noel Barrot bi anîna vê nameyê bal kişand ser pêwendiyên dîrokî û dostaniya kûr a di navbera Kurdistan û Fransayê de.

Serok Barzanî spasiya Barrot kir û ew name wekî "belgeyekî pir biha" bi nav kir.

Naveroka nameyê û bangawaziya ji bo azadiyê

Mele Mistefa Barzanî di nameya xwe de Charles de Gaulle wî wekî "têkoşerê herî mezin ê serhildanê yê li Ewropayê" pênase dike.

Mele Mistefa Barzanî di nameyê de behsa têkoşîna Kurdan a li ser çiyayên Kurdistanê dike û daxwaza piştgiriyê ji Fransayê dike.

Yek ji xalên herî girîng ên nameyê ew e ku Mele Mistefa Barzanî hişyariyê dide Fransayê da ku çekan nede Îraqê.

Barzanî destnîşan dike ku bêyî çareserkirina bingehîn a Pirsgirêka Kurdan, her çekeke ku ji Îraqê re were şandin dê bibe sedema wêrankirina Kurdistanê û komkujiya jin û zarokan.

Orîjînala nameya Mele Mistefa Barzanî ya ji bo Charles de Gaulle:

“General..

Rê bide kalekî wekî min ku vê daxwaza giring ji we re bişîne. Kalekî ku ji destpêka ciwantiya xwe ve ji bo azadî û parastina rûmeta gelê xwe tê dikoşe. Hûn mezintirîn têkoşerê serhildanê yê li Ewropayê ne. Hûn in ku we welatê xwe ber bi serfiraziyê ve bir. Hûn nikarin li hemberî hestên gelê Kurd ê çiyayî bêdeng bimînin ku maweyê şeş salên temam e li bakurê Îraqê di têkoşîneke bêrawestan de ye.

Ji wê jî zêdetir, hûn Serokê Fransayê ne. Serokê wê neteweya bilind û mezin in ku prensîbên azadiyên siyasî û bingehê mafê çarenivîsa gelan pêşkêşî cîhanê kir. Her wiha hûn (General de Gaulle) rizgarîxwazê hemû welatên biyanî yên Fransîaxêv in, dijminê sondxwarî yê her cure çewisandinê û dostê rastîn ê her kesekî azadîxwaz in.

General.. Hûn di dijberiya şerê (Vîetnamê) de bi biryar bûn. Ez guman nakim ku li cem we meseleya gelê Kurd ji ya Vîetnamiyan ne kêmtir e.

Em di vê şer û têkoşîna parastina neteweya xwe de bi temamî bi tenê ne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî em piştguh xistine. Her wiha çendîn zilhêz jî di alîkarîkirina Îraqê de bi çekên herî nûjen ên wêranker pêşbaziyê bi hev re dikin. Loma aliyê dawî yê ku em hêviyê jê dikin tenê (De Gaulle) yê Fransayê ye.

Îro ku Îraqî daxwaza çekan ji Fransayê dikin, em di wê baweriyê de ne ku bêyî çareserkirina bingehîn a Pirsgirêka Kurdan, her şandina çekan ji bo Îraqê dê tenê bibe sedema karesat û wêrankirina welatê me û komkujiya jin û zarokên me. Qurana Pîroz dibêje: (Ji bo her mirovekî li asmanan bihuşteke biçûk heye ku di dema nimêjê de dikare rûyê xwe bide aliyê wê). Hûn û Fransa bihuşta asmanî ya me ne.

Mistefa Barzanî
Îraq – Kurdistan 8ê Sibata 1968an”

Charles de Gaulle kî ye?

Serkirdeyê navdar ê Ewropayê Charles de Gaulle siyasetmedar, general û serokê navdar ê dîroka Fransayê ye.

Ew sala 1890î li bajarê Lilleê yê Fransayê ji dayîk bûye.

Vî serkirdeyê wêrek ê Fransayê di azadkirina Fransa û serxwebûna wê de roleke berbiçav lîstiye.

Charles de Gaulle sala 1940î di Şerê Cîhanê yê Duyem de li dijî Almanyaya Nazî fermandariya parastina niştimanî kiriye.

Pişt re 18ê Kanûna Paşîn a sala 1943yan ji Londonê serokatiya hikûmeta Fransaya Azad kiriye.

Her wiha serokatiya komîteya Fransayê ya ji bo rizgariya niştimanî kiriye ku pişt re Hezîrana 1944an bû hikûmeta demkî ya Komara Fransayê.

General de Gaulle serokê yekem ê Komara Pêncem a Fransayê bû û wî sala 1970î koça dawî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst