Hewlêr (Rûdaw) - Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres Hindistan û Pakistanê xwest ku şerê xwe rawestîne.
Efsereke Hindistanê ragihand, wan li Pakistanê çend kamo kirin armanc û operasyona “Sindoor” bersiva êrişa çekdarî ya li ser Kêşmîrê bû.
Li her du dewlatan bi dehan kuştî û birîndar hene. Netewiyên Yekbûyî ji her du welatên xwedî çekên atomî xwet ku şerê leşkerî birawestînin.
Fermandara Hêzên Hindistanê Sophia Qureshi îro ji medyayê re ragihand ku wan 9 êriş li Pakistanê pêk anîne û bi çekên modern bingehên “terroristan” kirin armanc.
Pakistanê bi êrişan bersiva Hindistanê da û ragihand ku Hindistanê 26 sivîl kuştin.
Li aliyê Hindistanê jî 10 kuştî hene.
Hindastanê ragihand, “Di operasyona Sindoor” de 9 kampên terorîstnan ên li Pakistanê rûxandin.”
Qureshi diyar kir, ew kamp ji bo rahênan û damezirandina çekdaran dihatin bikaranîn.
Îstixbarata Hindistanê jî ragihand ku wan belge hene ku Pakistanê beşdarî êrişa çekdarî ya li navendeke geştyariyê ya li Kêşmîrê bû û oparasyonên wan ên 6ê Gulanê bersivek bû ji bo wê êrişa ku 26 kuştiyên sivîl hebûn.
Pakistanê bi çendîn êrişên leşkerî bersiva Hindistanê da û ragihand ku wan pênc dronên Hindistanê xistine xwarê.
Çavkaniyên Hindistanê jî dibêjin ku di êrişên Pakistanê de li Kêşmîrê 10 sîvîl hatine kuştin û 48 jî birîndar bûne.
Heta niha Pakistanê kuştina 26 û birîndarkirina 46 welatiyan ragihandiye.
Trump şerê Pakistan û Hindistanê şermerzar kir
Serokê Amerîkayê Donald Trump aloziya di navbera Pakistanê û Hindistanê de wekî “şermizariyek” bi nav kir.
Trump ragihand ku ew li gel her du aliyan axiviye.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antio Rubio bi berpirsên Pakistan û Hindistanê dest bi gotûbêjan kiriye.
Guterres daxwaza ragirtina şer kir
Sêkrêtêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, ji her du dewletên xwedî çekên atomî xwest ku dev ji şerê leşkerî berdin û got:
"Şiyanên cîhanê yên rûbirûbûna şerekî leşkerî yê di navbera Pakistan û Hindistanê nînin."
Guterres tekez kir ku nabe sîvîl di navbera her du aliyan de bibin qurbanî û tundkirina nakokiyan divê were rawestandin.
Guterres her wiha got ku pêwîst e ev alozî bi rêya dan û standinan werin çarekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse