Michael Kellner: Pêwîstiya Almanyayê bi karkerên pispor heye

06-05-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Michael Kellner /Wêne: Rûdaw Grafîk
Michael Kellner /Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Hindistan Pakistan Keşmîr Michael Kellner Almanya
A+ A-

Parlamenterê partiya Keskan Michael Kellner li ser hatina koçberan a Almanyayê got, "Guherîneke demografîk a mezin heye û ez wisa hîs dikim ku ev gotûbêj li Almanya heta astekê heye, ji ber ku em welatek in ku pêwîstiya me bi koça karkerên pispor jî heye. Divê ew kesên ku dixwazin li vê derê bixebitin, derfet bidin wan û divê bikaribin li vir entegre bibin."

Michael Kellner derbarê hikûmet û serokwezîrê nû yê Almanyayê wiha got, “Rewşeke me ya navdewletî ya gelek aloz heye û pêwîstiya me bi hikûmetekê heye ku bikaribe kar bike. Hê jî vê hevpeymaniyê nîşan nedaye ku şiyana wê heye û ez ne piştrast im ku Friedrich Merz bi asanî bikaribe wê erkê di vê demê de bi cih bîne.

Parlamenterê partiya Keskan Michael Kellner pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Rûdaw: Birêz Kellner, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê. Kes ne li benda vê yekê bû. Fraksyona Parlamentoya we derbarê vê yekê  de çi dibêje?

Michael Kellner: Ev destpêkeke xirab e ji bo hikûmetê. Berî ku Serokwezîr di postê xwe de be jî, ti hincetek nîne ji bo kêfxweşbûnê. Vê hikûmetê nekarî piraniyekê di vê hilbijartinê de misoger bike.

Rûdaw: Ev bi taybetî çi digihîne Friedrich Merz?

Michael Kellner: Ev têkçûneke gelek mezin e. Niha divê Xirîstiyan Demokrat û Xirîstiyan Sosyal û Sosyal Demokrat bifikirin ka ew dixwazin biçin gera duyemîn a dengdanê yan na. Heger ew dixwazin wê bikin, ez dibêjim divê berdewam bin. Em ji wan re astengiyan çênakin, lê divê ew piraniya xwe bi dest bixin. Em deng nadin Friedrich Merz.

Rûdaw: Çima na?

Michael Kellner: Ji ber ku Friedrich Merz ji bo vî welatî ne serokwezîrekî guncav e û ji bo astengiyên vê serdema me. Hevpeymaniya Trafîk Ligt dawî pê hat. Lewma hilbijartineke nû birêve çû. Niha Partiya Cîgir ji bo Almanya dibêje ew jî hilbijartineke nû dixwazin.

Rûdaw: Nerîna te derbarê vê hikûmeta nû de çi ye?

Michael Kellner: Destpekê destûrek heye, rêkarek heye; pêştir bi ti awayî nebûye ku Serokwezîr di gera yekem de piraniyê bi dest nexe. Niha divê Xirîstiyan Demokrat, Xirîstiyan Sosyal û Sosyal Demokrat biryarê bidin ka ew dixwazin biçin gera bê ya dengdanê yan na û niha em dibînin çi rû dide.

Rûdaw: Grûpa we ya parlamentoyê çi rexneyeke li vê hevpeymaniya nû hene?

Michael Kellner: Dema ku behsa parastina keşûhewayê tê kirin, ez gelekî nîgeran im ku ev pirsgirêk bi awayekî yekalîker nayê çareserkirin. Rewşeke me ya navdewletî ya gelek aloz heye û pêwîstiya me bi hikûmetekê heye ku bikaribe kar bike. Hê jî vê hevpeymaniyê nîşan nedaye ku şiyana wê heye û ez ne piştrast im ku Friedrich Merz bi asanî bikaribe wê erkê di vê demê de bi cih bîne.

Rûdaw: Nerîna te li ser siyaseta koçê ku Friedrich Merz soz daye ku bicih bîne çiye, ku niha Partiya Alternatîv ji bo Almanya bi tundî rexne dike?

Michael Kellner: Almanyayê pêwîstî bi koça karmendên pispor heye. Guhertineke demografîk a mezin me heye û ez wisa hîs dikim ku ev gotûbêj li Almanya heta astekê lawekî ye, ji ber ku em welatek in ku pêwîstiya me bi koça karmendên pispor jî heye. Divê ew kesên ku dixwazin li vê derê bixebitin, derfet bidin wan û divê bikaribin li vir têkel bibin.

Herwiha bi rêya kar, ev girîng e. Em li çareseriyên sexte digerin. Ev nayê wê wateyê ku ew kes naxwazin li vê derê têkel bibin, lê yên tawan kirine, hemû dikarin bimînin. Bêguman na. Lê divê em wê jî zelal bikin ku gelek kesên me hene li vir dijîn, li vir dixebitin, li vir xêrhatina wan tê kirin, pêwîstiya me bi wan heye û em berdewam welateke vekirî û pirreng bûne.

Rûdaw: Almanya pêwîstî bi hikûmeteke bihêz heye. Hemû partî dibêjin, gelo niha Xirîstiyan Demokrat û Krist Xirîstiyan iyan Sosyal û Sosyal Demokrat pêwîstiya wan bi dengên we nîne ji bo ku Partiya Alternatîv ji bo Almanya bihêztir nebe?

Michael Kellner: Na, hikûmetekê pêwîstî bi opozisyoneke demokratîk heye. Divê hikûmetê bi xwe piraniya xwe hebe. Ew çawa kar dike?

Michael Kellner: Pêwîstiya Almanyayê bi karmendên pispor heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst