Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Xweser a Xinjiangê ya Uyguran a li bakurê rojavayê Çînê, di encama zincîre qezayekê de 9 mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên herêmî ragihand ku qezayê şeva şemiyê li ser rêya bilez a li bajarê Usuyê yê parêzgeha Tachengê rû daye.
Hat diyarkirin ku gelek wesayît li pey hev li hev qelibîne û bi giştî 5 wesayîtên mezin û 7 otomobîl tevlî qezayê bûne.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xinhuayê, birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.
Rayedaran da zanîn ku qeza ji ber mija zêde ya ji nişka ve û sermaya zêde ya bi şev çêbûye ku bûye sedem rê şil bibe û qeşayê bigire.
Derbarê qezayê lêpirsînê dest pê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse